Piştî zêdeyî salekê ji hewldanên Tirkiyeyê û gelek welatên ereb û yên rojava ku Meclisa Stenbolê ya bi serokatiya Burhan Xelyûn bikin temsîlkarê bi tenê yê gelê Sûriyeyê bi ser neket û piştî ku gelek welatan bang li muxalefetê kir ku bibin yek Tirkiyeyê kete nava hewldaneke nû. Di vê hewldana nû ya Tirkiyeyê de tê xwestin ku hêzeke girîng a muxalefetê ku di bin banê Komîteya Kordînasyonê ya ji bo guhertina demokratîk li Sûriyeyê (Heyet el Tensîq’ de xebatên xwe dimeşîne bêhêz bike û Kurdan ji nava muxalefetê derxîne.
Berî çend rojan û bi behaneya yekitiya muxalefeta Sûriyeyê li ser vexwendina wezareta karê karê derve ya Tirkiyeyê şandeke ji (Heyet el Tensîq) serdana Tirkiyeyê kir û hevdîtin bi berpirsiyarên Tirkiyeyê re kir. Daxwaza sereke ya rayedarên tirk ji şandeyê ew bû Partiya Yekitiya Demokratîk ji nava vê Kordînasyonê derxînin. Li gorî ahagiyên ji kesên ku tevli vê şandeyê bûbûn daxwaza yekemîn ew bû ku PYD ji nava vê Kordînasyonê derxînin lê şandeyê ev yek qebûl nekiriye.  Piştî ku ew hewldan biser neket niha jî bi guhertina gotinên hin kesn şandeyê dixwazin nakokiyan bixin nava Komîteya Kordînasyonê (Heyet el Tensîq). Lewre jî armanca hikûmeta AKP ne yekitiya muxalefetê lê jihevxistina muxalefetê ye.

Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî 

Jı aliyekî din ve sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê daxuyanniyek da û got ku ev rewş êdî nayê qebûlkirin û asta tundiyê dîsa zêde dibe. Ban Kî Mon da xuyakirin ku di nava van 14 mehên serhildana gelê Sûriyeyê de zêdeyî 9 hezar mirovan hatiye kuştin. Mon di berdewamiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez û bez hejmara şandeya çavdêran zêde bike. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku dest ji tundiyê berdin.

Hilbijartinên Sûriyeyê 

Ji aliyekî din li gorî daxuyaniya hikûmeta Sûriyeyê hilbijartin li hemû bajarên Sûriyeyê bi rengekî aram derbas bûye . Li gorî daxuyaniya serokê lijneya bilind a hilbijartinan Xelef el Azawî hilbijartinên parlemntoyê bi rengekî asayî û normal derbas bûne û tevlêbûn jî di asteke mezin de pêk hatiye. Lê li vir mirov ji xwe dipirse gelo ew komên çekdar û ew muxalifên kul i dijî van hilbijartinan bûn gelo ji bo nehêlin ew bi rengekî aram pêk bên li ku bûn, çima dîsa teqîn nehatin kirin. Ev pirsên wiha dîsa tiliyên tewanbariya wan teqînên ku tên kirin ber bi dewleta Sûriyeyê ve dibe.


ŞAM