
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh saet 10.45′an dest bi topbarana gundên Um Hoş û Hesiyê yên hêrêmên Şehbayê kirin.
Li gorî agahiyên ji deverê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajaroka Mari topan davêjin Um Hoş û Hesiye. Di encamê de, ziyan gihişt malên şêniyên van gundan. Heta ku nûçe dihat amadekirin jî vê topbaranê dewam dikir.
Komkujî li Bircê
Artêşa Tirk di topbarana bê serûber a li dijî gundên din ên Şehbayê jî komkujiyeke din kir. Çavkaniyên herîmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker doh berbanga sibê gundê Birc ê li bakurê bajarê Babê bê ser û ber topbaran kir.
Heman çavkaniyan got, di encama topbaranê de endamên malbata Hemdûş a ji 6 kesan a li kampa El-Berîx, hemûyan jiyana xwe ji dest daye.
Artêşa Tirk a dagirker ji roja dagirkirina axa Rojava û heta niha gundên sivîl bi armanca valakirina wan bê ser û ber topbaran dike.
Artêşa Tirk ciwanek qetil kir
Li aliyê din Artêşa Tirk li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê qetlîamên xwe dewam dike. Pêr bi şev eskerên Tirk ciwanekî 18 salî yê ji Amûdê bi gulebaranê qetil kir. Ciwanê bi navê Elî Temî pêr bi şev saet 18.00′an, hewl da sînor derbas bike û derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Artêşa Tirk li ser sînor Elî Temê gulebaran kir. Di encamê de, Elî jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Elî li ser sînor jiyana xwe ji dest da, malbata wî ji ber gulebarana artêşa Tirk nikarîbûn nêzî wî bibin. Şervanên YPG’ê yên li nêzî herêmên bûn, çûn cihê bûyerê û cenazeyê Elî ji erdê rakirin û radestî malbatên kirin.
Çeteyên dewleta Tirk jî natebitin
Çeteyên koalisyona niştîmanî ya Sûrî gundên navçeya Şera ya Kantona Efrînê doh topbaran kirin. Çeteyên li bajarê Ezazê saet 12.35′an gundên Qetma, Qestel Cindo, Merenaz, Malikiyê û benda xizmetguzariyê yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi hawanan, topbaran kirin. Heta saeta amadekirina vê nûçeyê topbaranê dewam dikir. Ji devera rastî êrişê hatî hin nûçeyên ziyana madî hatin, lê belê derbarê birîndaran de yan jî kesên jiyana xwe ji dest dayî de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Dijmin li Şehba careke din şikest
Şervanên Hêzên Şoreşger êrîşeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pûç kir û tirimpêleke doçka li ser ruxandin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh seat 15.00’an êrîşî xeta Bendava Şehba û gundên Hesiye û Simûqa kir. Şervanên Hêzên Şoreşger bersiva êrîşên çeteyan da û şer qewimî. Di şer de şervanan tirimpêleke çeteyan a doçka li ser ruxand û hijmarek çete jî kuştin. Cenazeyên gelek çeteyan dema nûçe dihat amadekirin hîna li meydana şer bûn.
Bi êrîşan re hemwext, artêşa Tirk a dagirker bê navber gundên navbirî topbaran dikirin, balafirên wê yên şer û keşfê jî di ser meydana şer re digeriyan.
ŞEHBA