Serokdewletê Çekyayê Miloş Zeman got, Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û ji bo piştgiriya wan gelek operasyonên lojîstîkê pêk anîn.

Miloş Zeman li bajarokê Vintirov ê rojavayê welatê xwe ji xelkê re axivî. Di axaftina xwe de Zeman li ser pirseke rojnamevanekî ya der barê Tirkiyeyê de wiha peyivî: “Ma çima êrişî Kurdan dikin? Ji ber ku bi awayekî fiîlî hevkarên DAIŞ’ê ne.”

Her wiha Zeman ji kanaleke televîzyonê ya Çekyayê re jî axivî û li ser heman mijarê got: “Dema ku DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê gelek dever dagir kirin, dihate zanîn ku Tirkiyeyê ji bo desteka çeteyên DAIŞ’ê, ji operasyonên lojîstîkî re navberkarî dikir. Heke mirov bi awayekî eşkere bibêje; ev operasyon ji bo petrolê û hin tiştên din ên wekî wê, dihatin kirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN