Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ji ber binpêkirina mafan di Doza Sereke ya KCK’ê de ku siyasetvanên Kurd kiribû hedefa xwe, Tirkiye mehkûm kir û cezayê tazmînatê lê birrî.  Rejîma Tirk bi kampanyaya zextê ya bi navê ‘KCK/Meclîsa Tirkiyeyê’, nehiştibû ku 83 siyasetvanên Kurd 18 mehan derkevin ber dadgeran. Parêzer bi hinceta ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye 15 mehan nikarîbûn bi çalakî îtîraz bikin. DMME’yê ji serlêdanê ya bi sedema binpêkirina azadî û binpêkirina mafan, Tirkiye mehkûm kir.

DMME’yê di biryara xwe de hikim da ku Tirkiyê Benda 4’an a Xala 5’an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME), a bi sernava ‘Mafê Azadî û Ewlehiyê’ binpê kiriye.

Ji bo her serlêdanê dadgehê cuda cuda, 2 hezar û 750 euro cezayê tezmînatê li Tirkiyeyê birrî.

Yek ji parêzerên dosyayê Reyhan Yalçindag li ber biryara DMME’yê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got, bi vê biryarê derketiye holê ku ew mafdar in: “Dadgehê bi biryara xwe mafê ewlehiya ferdî û azadiyê ya li ser dadgehkirina girtî, di dosyaya doza sereke a KCK’ê de 5 salan, bi rengekî kêfî binpê kiriye.”

 

STRASBOURG