Hevseroka TEV-DEM'ê Ceger li dijî dagirkirina Efrînê bang li gelan kir: "Heta ku dewleta Tirk li Efrînê be, metirsî wê li ser hemû gelan hebe. Hemû gel, siyasetvan, akademîsyen, rewşenbîr divê zextê li dewletên xwe bikin ji bo li dijî dagirkirina Efrînê helwêstê nîşan bidin." Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger ku mêvanê Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî ye, forûm û dagirkirina Efrînê nirxand. Ceger diyar kir ku ji bo bûyerên li Efrînê qewimîn û diqewimin ji cihanê re bên ragihandin û di rojevê de werin hiştin forûm hatiye lidarxistin û got, "Forûmên bi vî rengî divê ji niha û pê ve li gelek deveran bên lidarxistin. Ji ber ku dagirkerî, qirrkirin û guhertina demografiyê li Efrînê dewam dike." Ceger got, "Kêm e ku mirov tenê bibêjin li Efrînê sivîl tên kuştin, demografî tê guhertin" û wiha dewam kir: "Efrîn hatiye dagirkirin. Endamên YPG û YPJ'ê yên li wir şehîd bûn ji vî gelî ne, zarokên vî gelî ne. Ti carî êrişî Tirkiyeyê nekiribûn. Gelo parastina jiyan û xaka xwe, sûc e? Sivîl jî, endamên YPG û YPJ'ê jî ji bo Efrîn were dagirkirin hatin kuştin. Pirsa bingehîn a divê were pirsîn ev e: Dewleta Tirk çima dagir dike? Efrîn, Bab, Cerablûs û Îdlib bajarên Tirkiyeyê nînin. Çima dewleta Tirk dest li xaka welatekî din werdide? Çima Emerîka, Rûsya, Iraq, Îran, Sûriye û welatên Ewrûpayê li pêşberî vê yekê bêdeng in?" Ceger ji beşdaran David Philips bi bîr xist ku di roja yekê ya forûmê (pêr) de got, 'em êdî lê mikur tên ku dewleta Tirk dewleteke terorîst e‘, bal bir ser gotinên Kouchner ên weke 'Pirsgirêka Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser dibe' û got, "Vê yekê jî gotina De Mîstûra ku berî 2-3 rojan a 'me winda kir' anî bîra min. Ev girîng in. Lê belê divê beşdar karibin nihêrînên xwe li Neteweyên Yekbûyî, li meclîsên xwe, li welatên xwe jî bînin ziman." Ewrûpayê jî hiqûq binpê kir Ceger got, di mijara Efrînê û Kurdan de Ewrûpa û cihanê mafên mirovan ên gerdûnî û hiqûq binpê kirine û wiha dewam kir: "Îro jî bi heman helwêstê tevdigerin. Berî 2 hefteyan mirovên me yên ji ber êrişên dewleta Tirk malên wan hilweşiyan, miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dabûn, ji wan re gotin, 'Rêyên hiqûqa neteweyî nehatine qedandin', lewma miracaet red kirin. Gelo Efrîn parçeyekî Tirkiyeyê ye? Ma li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet heye? Lewma divê her kesê haya wî/wê ji rastiyê heye, li welatê xwe jî li pêşberî dewleta xwe têbikoşe." Ceger bi bîr xist ku di dawiya forûmê de wê hin biryar bên dayin û got, "Li Efrînê dagirkerî û qirrkirin dewam dike. Dagirkirina Efrînê ne tenê ji bo Rojava, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê gef e. Heta ku dewleta Tirk li Sûriyeyê be, ji gelên Sûriyeyê yeka tenê jî wê ne ewle be, gelên li Tirkiyeyê jî. Li derve faşîzm, li hundir faşîzm. Li Bakurê Kurdistanê êrişên giran tên kirin. Niha gef li Girê Spî, Minbic, Kobanê û hwd. tê xwarin." Ceger li ser mijarê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê ji bo berjewendiyên hemû gelan helwêst li dijî dagirkeriya Tirk bê nîşandan. Divê Ewrûpa nebêje, bi dayina fîdye û bêdengiya li pêşberî dagirkeriyê, wê ji karta çeteyên dewleta Tirk xwe biparêze. Dewleta Tirk bê kontrol e. Jixwe, di karektera wê de tekperestî, zext û komkujî heye." Zextê li dewletên xwe bikin Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger di dawiya axaftina xwe de berê gotina xwe de welatiyên li ewrûpayê jî û got, "Em bang li gelên Ewrûpa, Emerîka û hemû gelan dikin ku li dijî dagirkirina Efrînê derkevin. Heta ku dewleta Tirk li Efrînê be, metirsî wê li ser hemû gelan be. Hemû gel, siyasetvan, akademîsyen, rewşenbîr divê zextê li dewletên xwe bikin ji bo li dijî dagirkirina Efrînê helwêstê nîşan bidin. Bi taybetî gelên Ewrûpa û Emerîkayê divê bikin ku dewletên wan di mijara nirxên hiqûqê û mafên mirovan ên gerdûnî de biryarê bidin." n ANF / AMÛDÊ