Rêxistina Koçê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li sînorê ji 212 kîlometreyî herî kêm 13 hezar koçber hene.
Rêxistinê diyar kir ku di nava koçberan de malbatên bi zarok jî hene.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryar da ku penaberan derbasî sînor bike, Yekîtiya Ewrûpayê jî daxuyaniyek da.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew koça koçberan a ber bi sînorên Yewnanistan û Bûlgaristanê bi “fikar” dişopînin.
Leyen got, “Di qonaxa heyî de karê me yê sereke ew e ku Yewnanistan û Bulgaristan piştgiriyeke xurt ji me werbigirin. Di serî de bi rêya Frontexê (Saziya çavdêriya sînor a Yekîtiya Ewrûpayê) em amade ne ku li sînorê bejahî piştgiriyeke xurtir bidin.”
Li gorî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû Şemiyê 47 hezar û 113 koçber di ser Edîrneyê re gihîştin Ewrûpayê. Lê belê ev agahî ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehate piştrastkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN