Çavkaniyên herêmî yên herêma Şehbayê ragihandin ku artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê sivîlan bi tewana ku endamên DAIŞ‘ê dibin cihên ne diyar.

Heman çavkaniyan dane zanîn ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê sivîlan bi dare zorê ji gundên wan derdixin û milkên wan talan dikin, piştre jî malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dikin.

Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku çeteyên bi navê Sultan Murad ên ku piştgirya xwe ji Mîta Tirkiyê digirin piştî ku gundan dagirdikin,baceyan li ser gundiyan feriz dikin, kesên ku bace nede wan bi dare zorê wan ji malên wan derdixin an jî wan koçberî herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ‘ê dikin an jî wan tevlî komên girêdayî Tirkiyê dikin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê endamên herêmî yên çeteyên DAIŞ‘ê dibin wargehên perwerdê yên li ser sînorê Tirkiyê da ku komên çete li wir ava bikin û wan derbasî herêmên Şehbayê bikin. Ew komên çete yên nû jî dê tevlî çeteyên ʺMertala Firatêʺ bibin û şerê hêzên şoreşger bikin.

Berdewama pîlanên dewleta Tirk e

Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê Mîta Tirkiyê li herêmên Şehbayê dest bi avakirina komên çete yên Sultan Murad, Mihemed El-Fatih, Lîwa El-Hemze û Tevgera Nûreddîn El-Henkî kir. Ev kom bi fermanên Tirkiyê tevdigerin, Tirkiyê dixwaze bi riyan van koman welatiyên herêmê koçber bikin û demografiya herêmê biguherin. Niha jî amadekariyên avakirina komeke çete ya din dike.

Beriya çend rojan dagirkeriya Tirkiyê bargeheke leşkerî li gundê Eble û herêma di navbera bajaroka Exterîn û gundê Tirkumen Barih vekir.


SILÊMAN EHMED / ANHA / ŞEHBA