Uzun got: “Ev komkujî di çarçoveya koployoke navnetewî de pêk hatiye û careke din derket holê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye rêxistin kirin. Uzun da zanîn ku bi van belgeyên derketine holê, careke din hat dîtin ku ev komkujî li dijî tevgera azadiya gelê Kurd, Rêberê Gelê kurd û pêvajoya çareseriyê hatiye kirin.


Li dijî çareseriyê ne
Uzun anî ziman ku ev komkujî di çarçoveya komployeke navnetewî de pêk hatiye, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye rêxistin kirin û got: “Kurdan heta niha ji bo komkujî bê ronîkirin, israra xwe doman. Lê saziyên Fransa û Tirkiyeyê ti daxwaz bi cîh neanîn. Ji ber vê jî ji bo komkujî bê ronîkirin, divê gelê kurd zêdetir bixebitin û bihestiyar tevbigerin.

Pîlanek navnetewî ye

Uzun der barê belgeyên ku di 14’ê Çile de hatin weşandin de wiha got: “Ev nîşaneya ku ev komkujî  komployek navnetewiye û ji navendê ve hatiye bi rêvebirin”. Adem Uzun di 6’ê cotmeha 2012’an de li Parîsê hatibû binçavkirin û di 9’ê Tebaxa 2013’an de hatibû tahliyekirin. Piştî van bûyeran û belgeyên ku derketin holê, zelal e ku girtina Uzun di encama komployekê de pêk hatiye.

PARIS