
SEYÎT EVRAN / ŞEHBA
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş- ul Suwar) Hacî Ehmed got, Tirkiye bi Îran, Rûsya û rejîma Baesê re di nava planên cidî û bitehlûke de ye. Ehmed da zanîn ku Tirkiyeyê bi planên qirêj li Cerablus, Bab, Azez, ango devera Şehbayê ji sedî 70´yê xelkê koçber kiriye, bi rêbazên cihê planên koçberkirina xelkê dewam dikin, û Tirkiye bi rêbazên cihê hewl dide demografyaya herêmê biguherîne.
Ehmed da zanîn ku Tirkiye û Îranê li deverê tevneke xurt a îstîxbarî ava kiriye, û wê rojên li pêşiya me têkiliyên cidî û qirêj bi rejîmê re derkevin holê.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş û Suwar) Hacî Ehmed, da zanîn ku piştî dagirkirina Babê, dewleta Tirk planên xwe xistine dewrê û Minbic kiriye armanca êrişên xwe. Hacî Ehmed, difikire ku Tirkiye hîna dixwaze erdên li Sûrî bi dest xistine firehtir bike, û wiha peyivî: “Lê belê bûyeran ew li Babê dan rawestandin. Ne ji DYE´yê û ne jî ji Rûsyayê destûr nestandin. Heta Rûsya daketa Arîmayê û pêşî li rêya wan daketina Reqayê girt. Xewnên Tirkan ji holê rakirin. Vê jî kir ku ew li planên nû bigerin. Li gorî van planan Rûsya û Tirkiye nêzî hev bûn. Bi awayekî neyekser, têkiliyên bi Îranê re jî cidî bûn. Bi vê nêzîbûnê, di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê de jî kanalên cidî hatin vekirin. Tevneke ecêb a îstîxbarî ava kirin. Û vê li dijî me bi kar tînin. Bi vê hewl didin derbê li destketiyên me bixin û me lawaz bikin. Delîlên vê hevkariya di navbera rejîma Sûrî û Tirkiyeyê de jî hene. Muhtemel e ev têkilî siberojê bigihîje qonaxekên cihê jî.”
Wê jî berê xwe da Kurdên Şehbayê
Fermandar Hacî Ehmed got, piştî ku pêşî li Tirkiyeyê hat birrîn, wê jî berê xwe da nava herêma Şehba û li wir, li deverên wê dagir kirî, bi hincetên cihê Kurd dan koçberkirin û wiha dewam kir: “Vê yekê nexasim li gundên li ser sînor dikin. Gelek gund vala kirin. Malbatên dilsozê xwe li wan deran bi cih kirin, yîn din hemû bi darê zorê koçber kirin.
Karê pêşî yê Tirkiyeyê, piştî ku li herêmê bi cih bû ew bû ku Kurd dan koçberkirin. Heta niha % 70´yê serjimara herêmê dan koçberkirin. Hinek ji wan neçar man biçin Tirkiyeyê, hin çûn Efrînê û hin jê jî çûn Minbicê. Gelekan jê gunehbar dikin, yan milkên wan destser dikin yan jî bi kuştinên kiryar nediyar wan tesfiye dikin. Herî zêde van rêbazan bi kar tînin. Van rêbazan bi destê El Nusra, Ehrar El-Şam, Tugayên Sultan Murat û Yavuz Sultan Selim didin xebitandin. Nexasim Tugaya Yavuz Sultan Selim tam çete ye. Ew kesan direvînin û êşkenceyê li wan dikin. Piştre jî pereyek mezin jê distînin û ji herêmê didin dûrxistin. Mal û milkên van kesan hemûyan jî didin Tirkmenan û vegera kesên çûne asteng dikin.”
Bi destên komên Tirkkirî tesfiyekirina çeteyên mayî
Hacî Ehmed li ser pirsekê da zanîn ku Tirkiyeyê bi gelek komên anî Şehbayê dixwest Reqa, Tebqa, Efrîn û Minbicê dagir bike, lê piştî ku pêşî lê hat girtin wê dest bi tesfiyekirina komên êdî qîmeta wan a bikaranînê nema kir. Hacî wiha behsa vê siyasetê kir: “Wan koman bi hev didin şer kirin û tine dikin. Wan dixwest wan xurt bikin û Reqa Tebqa, Efrîn û Minbicê dagir bikin. Lê dema pêşî li wan hat girtin, komên ji bo vê yekê hatin amadekirin jî bê zemîn man. Wan komên dilsozên xwe ango yên hatî tirkkirin xurt kirin û hewl didin yên din tine bikin. Ji ber vê wan li Ehrar El-Şam û El-Nusrayê xist. Niha tenê Cebhe Şamiye û Tugaya Sultan Murat hiştine ku bi hev re ne. Niha pişta wan digirin. Hewl didin komên tirkkirine jî bikişînin aliyê xwe… Ji şêwazê perwerdeyê yê van koman heta bi merasîmên sondxwarinê, hemû li gorî usûlên Tirkî dibin. Wan bi awayekî faşîst û şoven amade dikin.”
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşger, Hacî Ehmed der barê siyaseta Tirk li Sûriyê got, Tirkiyeyê siyaseta xwe ya li Başûrê Kurdistanê li vir jî dubare dike û got, “Ne tenê li vir, li temamê herêmê bi siyaseteke eskerî dixwaze serwer bibe.”