Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a “Dengê Rojava Fm” û derbarê qonaxa duyemîn a pêngava Xezeba Firatê de bersivên girîng dan. Xelîl da zanîn ku Hemleya Xezeba Firatê di demeke pirr girîng de hate lidarxistin û got, ʺDi vê demê de li tevahiya Sûriyê guhertinên girîng diqewimin. Gelek destwerdan lii Sûrî pêk hatiye. Armanca me ya sereke ji hamleyê ew e ku Reqa bê rizgarkirin. Ev yek jî dê bandorê li tevahiya herêmê bike. Hamleya Xezeba Firatê dê heta rizgarkirina Reqayê û gundên wê dewam bike.ʺ

QSD mezintir dibe

Rêdûr Xelîl li ser pirseke Rojava Fm´ê, got, di armanca vê hamleyê de cûdayî heye û wiha dewam kir: ʺTişta li ber çavan ew e ku dema hêzên me gundekî yan cihekî rizgar dikin, li wan gundan dibêjin, ew li benda hêzên me bûn. Ev bêzarbûna şêniyên wan herêmên di destê DAIŞʹê de nîşan dide. Şêniyên li van deran alîkariyeke mezin didin hêzên me da ku di zûtirîn demê de çeteyan têk bibin. Her ku diçe jî hêzên me mezintir dibin, ciwanên herêmên rizgarkirî bi refan tevlî nav hêzên me dibin û cihê xwe di parastina herêmên xwe de digirin. Jixwe, armanca hêzên me ya sereke ew e ku zilm û zordarî ji ser gelê herêmê rabe. Em rê didin şêniyên herêmê ku rêxistina xwe ava bikin û rêveberiya xwe bikin.ʺ

‘Dixwazin QSD bi pêş nekeve’

Rêdûr Xelîl da zanîn ku Xezeba Firatê li Sûriyê gelek tişt zelal kirine û nêta muxalefeta Sûriyê û Dewleta Tirk ku piştgiriya wan dike, derxistiye holê û wiha peyivî: ʺArmanca dewleta Tirk ew e ku rêya Hêzên Demokratîk asteng bike û nehêle ew bi pêş bikevin. Di herêma Şehbayê de gelek hewldanên wan ji Cerablusê çêbûn. Li Babê xitimîne. Bi Xezeba Firatê careke din isbat bû ku tenê gelê herêmê dikare herêmên xwe ji çeteyan rizgar bike û biparêze.

Rêdûr Xelîl têkidarî gefên dewleta Tirk jî got, Tirkiye ev çend sal in gefên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê didomîne û wiha pê de çû: ʺGelek caran hêzên me tehrîk dikin, bi vê yekê armanc dikin ku şerê me yê li dijî DAIŞʹê lawaz bikin.  Dixwaze bi vê yekê ji Koalsîyona Navdewletî re bibêje, va ye, hûn dibînin ku YPG êrîşî me dike û metirsînê li ser me pêk tîne. Em jî bi hişyariyeke mezin nêzî hewldanên wan dibin, em nayên lîstokên wan. Em ê nebin wesîle ku dewleta Tirk armancên xwe pêk bîne.ʺ

‘Em ji bo Minbicê amade ne’

Berdevkê Fermî yê YPGʹê Rêdûr Xelîl her wiha li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê jî wiha axivî: ʺRast e, dewleta Tirk gundên Minbicê topbaran dike. Ew li Kobanê, Efrînê û Cizîrê jî gelek caran li ser sînor êrîşan pêk tîne. Tirkiye bi van êrîşan rêbaza gefxwarinê bi kar tîne. Me berê jî zelal gotiye, çi demê şervanên Minbicê alîkariyê ji YPGʹê bixwazin, em hazir in.ʺ

Xelîl têkildarî danûstendinên Astana jî got, armanca wan ji civîna Astana ku agirbestekê li Sûriyê pêk bînin û wiha dewam kir: ʺDi Astana de nikarin ti serkeftinê bi dest bixin. Armanca civîna Astana ne siyasî ye, lê belê leşkerî ye, belkî hin nûnerên siyasî jî lê beşdar bin. Heger riyeke çareseriya siyasî ji Sûriyê re neyê danîn, rewşa Sûriyê wê hîn bêhtir ber bi dijwariyê re here, civîna Astana jî dê wekî yên berê bê encam bin.ʺ


 NAVENDA NÛÇEYAN