Lêkolîner û dîrokzan Fotî Benlîsoy diyar kir ku AKP´ê ji bo li Rojavayê Kurdistanê aloziya di navbera Kurd û Ereban de dijwar bike amadekariyan dike.
Lêkolîner û dîroknas Foti Benlîsoy der barê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê Suriyê de bersiv da pirsên ANF´ê û bal kişand ku li pişt hemû planên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê pirsgirêka Kurd heye û destnîşan kir ku Tirkiyê naxwaze li Rojavayê Kurdistanê şêwazek weke ya Başûrê Kurdistanê pêk were. Benlîsoy bal kişand ser gumana dewleta Tirk a li hemberî Rojavayê Kurdistanê û got: “Gumana li Rojavayê Kurdistanê pêkhatina hebûneke Kurdan a weke ya li Başûrê Kurdistanê, dihêle ku Tirkiye ji destpêkê ve bi awayeke çalak di nava bûyerên li Sûriyeyê de cih bigire û li dijî Kurdan tevbigere. Ji ber vê jî Tirkiyeyê hewl da ku Desteya Neteweyî ya Sûriyeyê guh nede daxwazên demokratîk ên gelê Kurd.”
Tirkiye li dijî PYD´ê tevdigere
Benlîsoy destnîşan kir ku hin alternatîfên Tirkiyeyê hene û got: “Piştî ku PYD´ê li Rojavayê Kurdistanê dest bi pêvajoyeke çalak kir, Tirkiyeyê stratejiyên cûda xist dewrê. Mîna gotina ´PYD û PKK´ê bi Esad re peymanek îmze kirine´, ev gotin tenê ji bo navxweyî ye. Di heman demê de di pevçûnên li Sûriyeyê de Tirkiye vê argumanê derdixe pêş. Tirkiye li Sûriyeyê bi komên cuda yên muxalîfan re hevdîtin pêk tîne, di heman demê de dixwaze aloziya di navbera PYD´ê û muxalefeta Kurdan de mezintir bike. Hewl dide ku vê gotinê belav bike. Em dibînin ku di vê mijarê de gumanên muxalefeta Ereban jî li ser PYD´ê çêbûn.”
Benlîsoy da zanîn ku Tirkiye dixwaze bandora xwe ya li ser Artêşa Sûriyeya Azad bi kar bîne û bi vî awayî hewl da ku provokasyonan pêk bîne. Benlîsoy di vê mijarê de got, “Mirov dikare hin bûyerên li parêzgeha Hesekê bi vê yekê ve girê bide. Hema bêje Tirkiye dixwaze bingeha gurbûna şer û pevçûnên Kurd û Ereban amade bike. Ev titşek pir xeter e.” Benlîsoy her weha da zanîn ku komên Îslamî yên ji aliyê Qeter û Erebîstana Siûdî ve tên destekkirin û Selefî ji ber vê yekê xurt dibin. Benlîsoy bal kişand ser têkiliya “taybet” a Tirkiyeyê ya bi Birayên Misilman re û jî û diyar kir ku jixwe gotina Îslama nerm belav dibe.
Qûrbanên rejîma BAAS´ê Kurd in
Benlîsoy destnîşan kir ku yên herî zêde bûne qûrbanê rejîma Baasê Kurd in û bal kişand ku di dema jimartina 1960´ê de 100-120 hezar Kurd ji mafê hemwelatiyê bêpar hatine hiştin. Belînsoy ji bo vê yekê jî komkujiya Qamişloyê ku di sala 2004´an de li hemberî Kurdan pêk hat weke mînak nîşan da.
Fotî Benlîsoy bersiv da pirsa derbarê destwerdana Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî û got: “Hêvîdar im ku hewldaneke wiha neyê kirin. Li pişt manîpulasyonanên destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê her tim pirsgirêka Kurd heye.” Benlîsoy bal kişand ku di çalakiyên li Sûriyeyê de sloganên sereke “Qatil DYA, ji Rojhilata Navîn Bicehinime” ye û wiha domand: “Tu dibêjî qey polîtîkayên AKP´ê yên li Sûriyeyê ji ferzkirina DYA´yê ne tu titşek din e."
ANF/STENBOL