Dewleta Tirk her dem bi awayekî hovane êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Ev nêzîkatiya wan di êrîşên li ser Rojava de bi awayekî aşkera derket holê. Tirkiye ji bo Şoreşa Rojava têk bibe çi ji destê wê tê dike. Ji aliyekê ve çeteyên El Qaîdeyê bi awayekî hovane êrîşî Rojava dikin û li aliyê din jî ji bo Kurd nebin xwedî statu her tiştî dike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrîşên li ser Rojava û berxwedana gelê Kurd de ev tişt anî ziman: “Li Rojava koma bi navê El Nusra ya ku dibêje girêdayî El Qaîdeyê ye, ev hefteyeke êrîşên xwe zêde kirine. Êrîşî gelekî herî mazlûm ê li Rojhilata Navîn ku ne dijberiya tu gelan û hêzên siyasî dike, dikin. Êrîşên ku li ser gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe û jiyanek demokratîk têdikoşin, ne tenê karê van hêzan e. Ji ber ku tu dijminatî û dijberiyeke Kurdan û ne jî tu hêzên siyasî yên Kurd ligel van hêzên êrîşkar nîn e. Ji ber vê çendê jî êrîşkirinekî di vê astê de bêguman çavkaniya xwe ji derve digire. Di bingehê de dewleta Tirk a ku di dijminahiya li dijî Kurdan de serkêşiyê dike, van êrîşan sor dike. Êrîşkar taşeronên Tirkiyeyê ne. Ji her derê anîna mirovan, şandina cebilxaneyan, li ser sînorên bajar û navçeyên Tirkiyeyê wekî wargehên hêzên çekdar û bêhnvedanê, nîşan dide ku ev şer ji aliyê Tirkiyeyê ve tê derxistin. Bi van êrîşan tê xwestin ku ji binî ve xwerêvebirina Kurdan û jiyana azad a li ser axa wan ji holê rake. Çi berjewendiyên êrîşkaran ji vê heye? Dijminahiyek ew qas a li hemberî Kurdan, diçespîne ku li pişt van êrîşan Tirkiye heye. Tirkiyeya ku li her derê li dijî destkeftiyên Kurdan derdikeve, vê carê rûyê xwe li Rojava nîşan da.”
Dixwazin Kurdan tine bikin
KCK’ê, bi bîr xist ku niha li Rojava di rastiya xwe de Tirkiye şerê li hemberî hêzên şoreşger dimeşîne û wiha domand: “Tirkiye bi vê helwesta xwe dijminahiya xwe ya li hemberî hemû gelê Kurd û Tevgera Azadiyê nîşan daye. Tevî ku hemû şert û merc guncaw in jî bi helwesta dewleta Tirk a li Rojava diyar bû ku çima dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê ji bo çareseriyê gavan navêje. Bi fikara ku ger Kurdên Rojava statuyekê bi dest bixin ‘ez neçar im pirsgirêka Kurd çareser bikim’ ji bo şoreşa Rojava hilweşîne hemû derfetan bi kar tîne.”
Berxwedana herî mezin
KCK’ê, da zanîn ku berxwedana îro li Rojava tê meşandin berxwedaneke mezin e û wiha berdewam kir: “Ji ber ku li hemberî azadî û xwerêvebirina gelê Kurd êrîş çêdibe, hêzên şoreşger ên li Rojava jî ji hêza ku ji gel digirin jî bi qehremanî li ber xwe didin. Li hemberî êrîşkarên ku ji gelek hêzan alîkariyê digirin, bi hêza ji gel digirin li ber xwe didin. Berxwedana ku tê gotin bi diran û neynûkê tê kirin îro li Rojava tê meşandin. Li Rojava berxwedana herî mezin a baweriyê ya di dîrokê de tê jiyîn. Gelê Rojava bi tevayî cîhanê da çespandin ku bawerî û îman dê hemû zor û zehmetiyan derbas bike.”
Serkeftin ya Rojava ye
KCK’ê anî ziman ku berxwedana gelê Rojava ya li hemberî dagirkeran mafekî xwezayî ye û ev tişt hatin gotin: “Gelê Rojava vê hêza berxwedanê ji mafdariya xwe, hezkirina azadiyê û berxwedana ku Tevgera Azadiyê çil salan e li Kurdistanê dide meşandin digire. Tevgera Azadiya Kurd ji derketina xwe heya niha hêza xwe ya cewherî esas digire. Li Kurdistanê ger di şert û mercên zor û bêderfetiyê de serkeftin çêbibe, fikir û şêwazê vê îro li Rojava dikeve pratîkê. Îro li Rojava şêwaza şoreşa Kurdistanê dikeve pratîkê. Şêwazê şoreşa Kurdistanê ku şêwazê di şert û mercên zehmet de serkeftin e, îro li Rojava qehremantiyên mezin derdixe holê. Ger di şert û mercên zehmet de berxwedan çêbibe û şêwazê serkeftinê berdewam bike, bêguman dê serkeftin bibe ya gelê Kurd ê li Rojava.”
KCK’ê, bi lêv kir ku divê hemû gelên li Rojava dijîn xwe tevli vê şoreşê bikin û wiha bi dawî kir: “Berxwedana jiyana demokratîk û azad a gel, her wiha hêzên şoreşger ên Rojava pêwîst e ne tenê ji bo gelê Kurd, bibe hêza azadkirin û afirandina jiyanek demokratîk a Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn. Li ser vê bingehê pêwîst e gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê û hêzên demokratîk û şoreşger ên Rojhilata Navîn bi awayek çalak piştgiriya şoreşa Rojava bikin. Bi şoreşa Rojava re ne tenê gelê Kurd dê hemû gelên Rojhilata Navîn qezenc bikin.”
ANF/BEHDÎNAN