Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Farsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ramîn Mîhmanperest, piştî civînekê bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku peyama ku Amerîkayê ji Îranê re şandiye, Tirkiyeyê negihadiye Îranê. Mîhmanperest diyar kir ku Amerîkayê bi rêya sê cihan peyam ji Îranê re şandiye û got; “Ev peyam ji aliyê sê cihan ve ji me re hate şandin. Ya yekem ji aliyê nunertiya herdemî ya DYA’yê ya di NY’yê de, ya duwemîn bi rêya Serbalyozê Swîsreyê û ya sêyemîn ji bi rêya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî gihişt destê me.” Mîhmanperest agot ku ew vê peyama DYA’yê dinirxînin, piştre wê bersivekê bidin vê peyama DYA’yê. Çapemeniya DYA’yê jî dabû diyarkirin ku rêveberiya Obama bi dizîkî ve peyamek têkildarê Tengava Hurmuz şandiye Îranê re û di peyamê de hatiye diyarkirin ku Tengava Hurmuz xeta sor a DYA’yê ye.

TEHRAN