Li derdora bajarokên Nubil û Zehrai di navbera hêzên rêjîmê bi hevkariya çekdarên Îranî û Huzib El-Ah û di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê de şer derket.
Piştî ku hêzên rêjîmê bi piştigiriya çekdarên Îranî û Huzib El-Ah li Bakurê Babê rê li pêşiya pêşveçûna Tirkiyê û çeteyên girdayî wê girt, komên çete yên Tirkiyê ketin nava lîv û tevgerê da ku hêzên rêjîmê li deverên din mijûl bike.
Komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk ev çend roj in êrîşî bajarokên Nubil û Zehrai yên hemû nişecihên wê şîane dikin. Komên çete ji herêmên Enedan, Heyan, Hirêtan, Kefer Hemra û Qubtan El-Cebel ên rojavayê Helebê êrîşa pêk tînin.
Piştî ku hêzên rêjîmê li Başûrê Babê rê li ber pêşketina çeteyan a ber bi hindirê Sûriyê de girtin, komên çete yên Koalîsyonê ku pişgiriya xwe ji Tirkiyê digirin hêzên xwe li bajarokên Darit Ize û gundê QUbtan El-Cebel zêde kirin. Çeteyan ji vir êrîşî bajarokên Nubil û Xehrai kirin.
Komên çete yên Feyleq El-Şam şevê din jî bajarokên Nubil û Zehrai bi fûzayên ji cureya ʺGiradʺ topbaran kirin. Hêzên rêjîmê jî bersiva çeteyan dan û gundên Meresta El-Xan û bajaroka Heyan topbaran kir.
Cebilxan ji Tirkan
Nûçehihanên ANHA’yê yên Efrînê ku li ser sînorê wan herêman e diyar kirin ku di dema şerê wan herêman gur bû, komên çete û Artêşa Tirk li Kampa Etmê ya sînor ketiye nava lîv û tevgerê. Çavkaniyan destnîşan kirin ku Artêşa Tirk çek û ceblixaneyan dide çeteyan, çete jî wan çekan dibin cihên şer.
Çavkaniyan ji bajaroka Darit Iza jî ragihandin ku piştî çek û cebilxaneyên dewleta Tirk gihiştin çeteyan, li bajarok tevgereke mezin bûye û hate gotin ku çete amadekariyê dikin ku êrîşî bajarokên Nubil û Zehrai bikin.
Li aliyê din jî komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk teqwiyê ji rojavayê Helebê jî tînin derdora Nubil û Zehrai, hate zanîn ku bi vê yekê berisva pêşketina hêzên rêjîmê li Babê didin.
Tê payîn ku Serokê Îranê Hesen Rûhanî bi Serokê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan re bicive û rewşa Sûriyê bi wî re nîqaş bike.
SILÊMAN EHEMED / ANHA / EFRÎN