Di êrişa pêr a li Minbicê ku li ser kolana Sindis li hemberî restorantekê rûdayî de 9 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dabû. Ji van 3 zarok in. Navên sivîlên jiyana xwe ji dest dayî wiha hat eşkere kirin:

Yasir Ehmed El-Xelef (ji gundê Qeraayê), Fadiya Ebûd (ji Helebê) û keça wê Seher Milhim (yek ji zarokan), Mihemed El-Ehmed (xebatkarê restorantê), Hesen Henkorî (ji gundê Um Celûdê), Yasir Xewlî Eqasî (ji Şehbayê koçî Minbicê kiribû), Red El-Kurdî (ji gundê Hac Ebdîneyê), Hemze Şiya (ji gundê Bilind ê Kobanê) û Weyso Faris ( ji gundê Xerab Zir ê Kobanê).

Ev jî rûyê eşkere yê dewleta Tirk û çeteyên wê yên cihê nîşan dide.

Em ê ewlehiya bajarê xwe biparêzin

Her wiha Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyeke teqez kir ku hin derdor dixwazin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin û dê li hemberî kiryarên wiha li ber xwe bidin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xelo ve hate xwendin. Nezîfa Xelo got, "Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û malbatên şehîdên amerîkî re dixwazin. Kesên newêrek, dixwazin îstîqrara li bajêr têk bibin, tevliheviyê derdixin, ji bo wê bi karê terorîst radibin, mîna teqîna li Minbicê û gelek kiryarên qirêj. Em ê heta dawiyê ewlehî û îstiqrarê bixin bajarên xwe.

Em ê li pêşiya kesên ku dixwazin ewlehiya bajêr têk bibin, bisekinin, van kiryarên li hember sivîlan şermezar dikin."

 

MINBIC