Mezlûm Ebdî got, “Bi hizra min haya gelek mirovan ji vê nîne, lê ev rastî ye. Êrişkariya dewleta Tirk cih çêkir ji endamên DAIŞ´ê re û hêvî da wan.”
Wî êrişa li Manchesterê bi bîr xist û ji bo êrişeke din a bi wî rengî got, “Ev mumkin e. Ev yek ji wan tiştan e, dibe ku sibe dusibe biqewimin.”
Ebdî wekî din got, “Bila girtiyên ku welatiyê wan in, bibin û heger dikarin, bila wan mehkeme bikin. Yan jî Dadgeheke Navneteweyî li vir ava bikin.
Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî ji kanala televizyonê ya ingilîzî Sky Newsê re peyivî û got, ji ber êrişa dewleta Tirk û ji ber ku welatên Ewrûpî DAIŞ´iyên xwe wernagirin, tehlûkeya êrişeke mezin li Ewrûpayê heye. Wî got, dewleta Tirk dixwaze bi kirinên xwe ruh bi DAIŞ´ê bîne da ku karibe li dijî welatên rojava bi kar bîne.
Mezlûm Ebdî ji Mark Stone re peyivî. Ebdî îşaret bi tehlûkeya êrişeke mezin a DAIŞ´ê li Ewrûpayê kir, û di nava sedeman de dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û xemsariya welatên Ewrûpî eşkere bi nav kir. Wî got, ev rewşa hanê ji bo jinûve hatina ser hemdê xwe ya DAIŞ´ê jî rewşa herî guncaw e.
Mezlûm Ebdî li ser tehlûkeyê got, “Bi hizra min haya gelek mirovan ji vê nîne, lê ev rastî ye. Êrişkariya dewleta Tirk cih çêkir ji endamên DAIŞ´ê re û hêvî da wan.”
Wî êrişa li Manchesterê bi bîr xist û ji bo êrişeke din a bi wî rengî got, “Ev mumkin e. Ev yek ji wan tiştan e, dibe ku sibe dusibe biqewimin.”
DAIŞ ji bo welatên din jî tehlûke ye
Wî wekî din ji bo bêhtirî 5 hezar çeteyên DAIŞ´ê got, hêza QSD´ê nîne ji bo ku daimî nobetdariya wan bike û wiha dewam kir: “Erê, ew tehlûke ne ji bo welatên din jî û ew gelekî bi tehlûke ne.”
Di vê hevpeyvînê de Mezlûm Ebdî bêyî ku virde û wirde bibe, got, Tirkiye bi awayekî çalak ji bo DAIŞ ji nû ve bê ser hemdê xwe kar dike. Wî wekî din diyar kir ku Tirkiye dixwaze DAIŞ´iyan weke kartekê li dijî Ewrûpayê bi kar bîne çawa ku penaberan bi kar tîne. Mezlûm Ebdî got, wan ev mesele ji serokkomarê Fransayê Macron re, ji serokê DYE´yê Trump re û ji senator Graham re gotiye, û hemûyan soz daye ku bi mijarê re elaqedar bibin.
Armanca DYE´yê zelûl e
Mezlûm Ebdî careke din eşkere got, agahiyên îstîxbaratî yên QSD´ê dayî, ji bo operasyona li dijî serekçete Bexdadî jî diyarker bûne.
Mezlûm Ebdî wekî din got, serokê DYE´yê Trumpî piştî axaftina bi telefonê ya bi wî re, biryara xwe ya vekişandina eskeran betal kiriye. Lê wî her wiha li gotinên xwe çend gotin zêdekirin û got, “Lê belê armancên DYE´yê niha bi rengekî ku bi tehlûke bin gîj û tevlîhev in. Armanceke zelal a DYE´yê nîne. Ya ku em dixwazin ew e ku DYE bibêje, heta çareseriyek li Sûrî pêk bê, em ê bimînin. Yan na, tirsa me ji bo şerê me yê li dijî DAIŞ´ê û ya ji bo ewlekariya xelkê me heye.”
Yan DAIŞ´iyan bibin yan mahkemê daynin
Ji bo çeteyên DAIŞ´ê yên girtî jî Mezlûm Ebdê got, “Me du bijarte daimî dan Ewrûpiyan: Bila girtiyên welatiyê xwe bibin û heger dikarin, bila wan mehkeme bikin. Yan jî Dadgeheke Navneteweyî li vir (Bakurê Sûrî) ava bikin. Ji ber ku em nikarin heta hetayê wan wisa bigirin.” Wî got, hikûmetên Ewrûpî bi xwe guhên xwe li van herdu bijarteyan jî girtine.
Ji bo Ingilîstanê jî, wî got, beriya dagirkerî dest pê bike, hikûmeta Brîtanî bi awayekî erênî bersiv daye daxwaza bêhtir alîkariya eskerî ya li cihê cih li dijî DAIŞ´ê.
NAVENDA NÛÇEYAN