Meclisa Sûriyeya Demokratîk êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên bi ewle yên Bakurê Sûriyê şermezar kir û got, nêzîkatiyên Tirkiyeyê, şerê li dijî DAIŞ‘ê asteng dikin û fersendeke nû didin çeteyan ku ji nû ve bên ser hemdê xwe.
MSD´ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojavayê bajarê Kobanê daxuyanî da.
Daxuyaniya MSD‘ê bi vî rengî bû: “Artêşa Tirk roja 27‘ê Cotmeha 2018‘an bê sedem êrişî du gundên rojavayê bajarê Kobanê yên li ser sînor kir. Êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên ewle yên Bakurê Sûriyê di demekê de ku Tirkiyê li ser mijara Îdlibê rastî zextan tê, hate kirin. Ev yek di civîna bilind a çaralî ya Stenbolê de diyar bû. Her wiha ev êriş di demekê de qewimî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAIŞ‘ê li baregeha wan a dawî li gundewarên Dêra Zorê têk dibe. Tirkiye bi vê yekê desteka xwe ya bi terora DAIŞ‘ê re eşkere dike.
Polîtîkayên derxistina tevliheviyê û kûrkirina aloziyê ya ku Tirkiye li Sûriyê dike, êş û azar bi serê gelê Sûriyê de anîne. Li aliyekî din jî Tirkiye di 7 salên aloziyê de ji şerê li dijî artêşa rêjîmê direve û bi hemû rêbazan destek dida çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, her wiha sînorê xwe ji wan re vekir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û projeya demokartîk têk bibe.
Fersendê dide çeteyan
Em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî gundên ewle yên Bakurê Sûriyê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê dikin ku destwerdanan bike û bi berpirsyarî li hemberî kiryarên Tirkiyeyê tevbigerin. Em dibêjin, nêzîkatiyên ji aliyê Tirkiyeyê ve şerê li hemberî DAIŞ‘ê asteng dikin û fersendê didin çeteyan ku li Sûriyê belav bibin. Her wiha em bang li hikûmeta Sûrî ya Şamê dikin ku li hemberî êrişên Tirkiyê bê deng nemîne û li dijî van binpêkirinên Tirkiyeyê yên li Sûriyê tedbîrên qanûnî yên li ser asta navdewletî bigire.”
ANHA/QAMIŞLO