Endamê Desteya TEV-DEM′ê Aldar Xelîl da zanîn ku rizgarkirina Babê û Reqayê, li herêmê wê bûyerên nû bi xwe re bîne û ew amade ne di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih bigirin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di civîna salane ya Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê ya li bajaroka Rimêlan qewmînên li herêmê nixandin.

Aldar Xelîl rewşa dawî û qewmînên li herêmên Bakurê Sûriyê), raxist ber çavan û naveroka şoreşa Rojava wiha vegot: ″Di destpêka Şoreşa Sûriyê de, gel bi awayekî aştiyane rabû serhildanê û daxwaza azadiya xwe kir. Lê muxalefeta Sûriyê şoreşa aştiyane veguherand şoreşa çekdarî.″

ʹTirkiyeyê hişt ku rola gel nemîneʹ

Xelîl bi bîr xist ku ″Dema şoreşa Sûriyê veguherî şoreşa çekdarî, komên terorê yên wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞʹê derketin holê. Ev yek encama destwerdanên herêmî û navneteweyî nexasim a Tirkiyê, bû.″

Xelîl destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dida îslama siyasî li Sûriyê bide rûniştandin û wiha pê de çû: ″Tirkiyê bi destwerdanên li herêmê û destekdayîna komên çete, hişt ku rola gel di şoreşê de nemîne.″

ʹMe xeta sêyemîn esas girtʹ

Xelîl got, guhertin û bûyerên li herêmê, bandor li gel nekir û wiha domand: ″Bandora guherînên li herêmê rasterast tesîr li me nekir, ji ber ku me xeta sêyem, rastiya şoreşa civakî, biratiya gelan û prensîbên neteweya demokratîk esas girtin.″

Xelîl got, bi beşdariya hemû hêzên herêmî û cîhanî, Sûriyê niha qada şerê cîhanê yê sêyem e û wiha axivî: ″Hêzên herêmî û cîhanî ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, hemû pirsgirêkên xwe veguhestin Sûriyê.″

Xelîl diyar kir ku bûyerên meha bihurî û yên muhtemel ên meha pêş me jî didin xuyakirin ku her aliyek hewl dide hêza xwe li herêmê xurt bike û got, ″Rêjîma Baas hewl dide dest deyne ser hin herêman. Opozisyona Sûrî jî hewl dide hêza xwe kom bike û dest deyne ser herêmên nû. DAIŞ jî hewl dide hêza xwe xurt bike.″

Xelîl rewşa herêma Rojava-Bakurê Sûriyê jî weke xeter nirxand û got, ″Divê rewş baş bê lêkolînkirin. Di vê pêvajoyê de dibe ku têkîliyeke şaş yan jî nirxandineke şaş, bibe sedema windahiyên mezin. Lê gavavêtin û nirxandinên di cih de, bi xwe re destketiyên mezin bînin.″

Tirkiyê tewazûnê serûbinî hev dikeʹ

Xelîl li ser daxwaz û berjewendiyên Tirkiyeyê li Sûriyê û Iraqê got, ″Tirkiyeyê piştî dagirkirina Cerablusê, herêmeke mezin ji axa Sûriyê dagir kir û hewl da beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, lê dema ku hikûmeta Iraqê ev yek red kir, vê carê hewl dide, li Iraqê dengeyan tevlîhev bike.″

Xelîl li ser vê dewra Tirkiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Operesyona Mûsilê demdirêj e, her wiha komên êrîşkar wê gelek windahiyan bidin. Di vê rewşê de, Tirkiyê wê bi îdîaya ʹpêdiviya komên êrîşkar bi alîkariyê heyeʹ hewl bide beşdarî operasyonê bibe. Rewşa Kerkûkê jî xeter e, hewldanên Tirkiyê û çeteyên DAIŞʹê yên afirandina tevlîheviyê dewam dikin.″

ʹEm amade ne beşdarî operesyona Reqayê bibinʹ  

Li ser siberoja Sûriyê jî Aldar Xelîl da zanîn ku piştî ku civîna li Cenevre negihîştiye encamê, hewldanên çareseriya siyasî rawestiyane û wiha axivî: ″Rizgarkirina Babê û Reqayê, li herêmê wê qewmînên nû bi xwe re bîne″.

Xelîl da zanîn ku ew amade ne beşdarî operasyona rizgarkirina Reqayê bibin û wiha peyivî: ″Eger Tirkiyeyê beşdar nebe, em amade ne beşdarî operesyonê bibin. Em gelê Sûrî ne û amade ne beşdarî şerê rizgarkirina her herêmeke Sûriyê bibin. Rizgarkirina Babê, mijara nîqaşê ye. Eger Reqa bê rizgarkirin, Bab wê were dorpêçkirin û wê rizgar bibe.″


HÊLAN CELAL / ANHA / GIRKÊ LEGÊ