Endamê KNK´ê Xelîfe: Kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destdirêjiyên wê li axa dewletên cîran li Bakurê Sûriyeyê yan Iraqê sûcekî navneteweyî ye û ji mafê herdu dewletan e li ba Konseya Ewlehiyê gilî bikin da ku dagiker bê cezakirin.

Hiqûqnas û endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ebdilrehman Xelîfê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Sûriye û Iraqê got, wekî sûcekî navnetewî bi nav kir û got: “Nexasim li Başûrê Kurdistanê ji ber ku berjewendiyên hizbî û eşîrî di ser berjewendiyên neweteyî re tên dîtin, dewleta Tirk hespê xwe lê dibezîne.”

Ebdilrehman Xelîfê got, yek ji sedemên sereke yên destdirêjiya dewleta Tirk li ser Iraqê ew e ku wekî dewlet, Iraq halê hazir qels û jihevdeketî ye. Her wiha Xelîfê rexne li partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî girt û got, “Ez nabêjim hevpeymaneke di navbera hikûmeta Başûrê Kurditanê û Tirkiyeyê de heye, ji ber ku hevpeyman di navbera aliyên wekhev de çêdibin, lê Tirkiye bi çavekî piçûk li rayedarên Başûrê Kurdistanê dinihêre. Sedema sereke vê bêdengiyê li hemberî dagirkeriyê lawazbûna rayedarên Kurd e û şerpezebûna helwêstan e û di navbera partiyên desthilatdar de alozî dewam dikin û berjewendiyên xwe yên partîtî û heta berjewendiyên malbatê di ser berjewendiyên neteweyî re digirin.”

Sûcekî navneteweyî ye

Her wiha hiqûqnas Ebdilrehman Xelîfê dagirkeriya dewleta Tirk di warê hiqûqa navnetewî de jî şîrove kir û derheqa vê yekê de wiha peyivî: “Yasa û pîvanên navneteweyî destdirêjiya li axa dewletên cîran qedexe dike. Destwerdan sûcek e û ji aliyê qanûna navneteweyî ve tê cezakirin û ji mafê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku tedbîrên cezakirinê yên pêwîst wergire û di nava wan de tedbîrên eskerî da ku vê destdirêjiyê rawestîne jî dikarin hebin. Nîşana vê yekê dagirkeriya Iraqê li dewleta Kuweytê bû.

Lê kiryarên dewleta Tirkiyeyê û destdirêjiyên wê li axa dewletên cîran li Bakurê Sûriyeyê yan Iraqê sûcekî navneteweyî ye û ji mafê herdu dewletan e li ba Konseya Ewlehiyê gilî bikin da ku dagiker bê cezakirin.”

Jihevdeketin û qelsiya dewletan

Ebdilrehman Xelîfê îşaret bi jihevdeketin û qelsiya dewletên Iraq û Sûriyeyê kir û got, ev rewş ji dewleta Tirk re ji bo dagirkeriyê rê vedike û wiha axivî: “Jihevdeketina rewşa Sûriye û Iraqê li derve û hundir, bêdengiya civaka navneteweyî ji ber berjewendiyên van dewletan, cesaretê dide Tirkiyeyê.

Bi baweriya min, parlamanterên Kurd û Ereb ên Iraqê divê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê xwedî helwêsteke zelal bin, ji ber ku di dawiyê de çavbirçîbûna Tirkiyeyê di axa Iraqê de ye ku Başûrê Kurdistanê beşek ji wê ye. Dagirkeriya Tirkiyeyê dê ziyanê li hemû pêkhateyên Iraqê bike. Lê ji ber rewşa heyî ya parlamena Iraqê, hêvî lawaz in, ji ber ku pirraniya parlamenteran ji aliyê partiyan ve tên birêvebirin. Rewşa partiyan a niha jî û bi taybetî yên desthilatdar, ew li aliyekî dûrî berjewendiyên gel dixebitin. Ji ber vê yekê, tevgera li dijî dagirkerî û çavbirçîbûna Tirkiyeyê di parlamena Iraqê de girêdayî guhertina hevsengiyan di parlamenê de ye û ev hilbijartinên dawî jî hê jî encamên wê yên dawî eşkere nebûne, nemaze ji ber keysbazî û sextekariya pêk hatiye û bi hêsanî nayê çareserkirin.”

 

ANHA/QAMIŞLO