Îbrahîm da zanîn ku hêzên wekî Tirkiye, Suriye û Îran dixwazin îradeya Kurdan têk bibin, lewre her yek ji wan di nava planan de ye. Îbrahîm bal kişand ku li herêma Efrînê rejîma Suriyê êrîş pêk anîne û wiha pêde çû: “Bi fermana wan Cebhat El-Nusra li dijî bajarokên Nubol û Zehrai êrîş kirin û îdîa kirin ku şerên dijwar di nava rêjîmê û El-Nusra de derketine. Bi vê jî dixwazin Efrînê têxin nava şerekî.''

Rejima Sûriyê rê da çeteyan

Îbrahîm, destnîşan kir ku kurd neketine vê xefka hanê, lewre piştî têkçûnan van planan rêjîmê gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin. Îbrahîm destnîşan kir ku rejimê bi vî rengî peyam daye Kurdan û wiha dom kir: ''El-Nusra di ser hêzên rêjîmê re hatin nêzî Efrînê û êrîşî Nubol û Zehrai kirin, balafirên rêjîmê wê demê li ku bûn û çima çekdarên El-Nusra bombebaran nekirin? Ev nîşana herî ber çav a têkiliya di navbera rêjîmê û El-Nusra de ye. Wan nas kir ku bi çeteyan nikarin hêza me bişikînin, lewre bi xwe êrîş dikin.''

Êrîş di ser Tirkiyê re pêk hat

Îbrahîm bal kişand ser êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê pêk anî û destnîşan kir ku li pişt êrîşên li ser deriyê sînor  ê Kobanê îstixbarata Tirkiyê heye û got, “Eşkere û li ber çavê cîhanê di ser Tirkiyê re êrîşî deriyê sînor kirin. Her tişt zelal e. Ev te tesaduf e. Îbrahîm, daxuyaniyên Serokomarê Erdogan ên derbarê Rojava de jî bibîrxist û got: “Dema Erdogan got ‘niha Kobanê, piştre Hesekê û Efrîn wê bikevin’, me amadekariyên xwe hîn zêdetir kirin.” Ebdo Îbrahîm, destnîşan kir ku li derdora Hesekê jî tevgereke çeteyan heye û wiha pê de çû: ''Ev ne tesadufe, hersê rêjîmên dagirker planan digerînin. Dîtin ku hêzên YPG/YPJ'ê û hêzên piştgiriya wan dikin li Kobanê bi ser ketin. Ew naxwazin Kobanê biserkeve. Vê carê hêzeke mezin dan çeteyan û sînorê xwe ji wan re vekirin. Plan eşkere ye.”

Banga tevlîbûna parastinê kir

Îbrahîm anî ziman ku wan di hemû astan de amadekariyên xwe kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êrîşa wan a dawi ye, teqez wê berxwedana Kobanê biser bikeve. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan banga seferberiyê kir, me jî xwe li gorî rewşa şer amade kir, Tevî ku tiştek li Efrînê nîn e jî me di asta herî jor de amadekariyên xwe kirine û gelê me jî amade ye. Bila cîhan bizane ku gelê Efrînê û çiyayên wê mertalin û tu kes wê nikaribe nêzî nirxên gelê me bibin.'' Îbrahîm,  bang li ciwanan kir ku tevlî parstina herêmê bibin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.


ANHA/EFRÎN