Têkildarî berxwedana Kobanê û rewşa herêmê fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel YPG´ê Sîpan Hemo pirsên ANHA’yê bersivandin. Derbarê berxwedana Kobanê ku di meha sêyemîn de ye Hemo wiha got: “ Piştî sekeftina berxwedana Kobanê têkiliyeke mezin a gelê Cîhanê çêbû. Bi vê yekê gelê Kurd qedera xwe bi tîpên zêrîn nivîsand. Gelê kurd ku bi salan hatibû binerdkirin û bi batonê li ser hatibû girtin careke din jiyan dît û fermî bû. Bi berxwedana Kobanê re dîrokeke nû dest pê kir. Berxwedana Kobanê bû berxwedana gelê Kurd a herî di cihê xwe de ye. Li sedan welatan meşên piştgiriyê hatin lidarxistin û di şexsê Kobanê de piştgiriya hemû gelê Kurd hate xurtkirin.”

Kobanê bû yekîtiya gelê Kurd

Sîpan Hemo destnîşan kir ku şervanên gelê Kurd ku zêdeyî salekê ye li dijî çeteyan şer dikin, vê carê jî bersiveke tund dan û herêmên xwe parastin.Sîpan Hemo got: “Berxwedana Kobanê ne tenê li erdê lê belê vê carê elaqeyeke mezin a gelê cîhanê jî dît. Bi vê yekê pêşeroja gelê me hate destnîşankirin. Ji niha û pê ve heger pêşeroja Sûriyê diyar bû wê cihê kurdan zelal be. Careke din jî xwestin bi navê hin tabûrên Artêşa Azad destkeftyan bixin bin kontrola xwe. Dîsa jî hesabên wan têk çûn û diyar bû ku tenê şervanên YPG’ê û YPJ’ê dikarin bersivên tund bidin çeteyên DAIŞ’ê. Vê carê jî dixwazin planên din pêş bixînin, dixwazin li dijî Efrîn û Cizîrê şer pêş bixînin. Her wiha ji riya giştî re bidin nîşandan ku gelê Kurd ne şerê ‘teroran’ dikin, lê belê şerê gelê Sûriyê dikin.”

Tirkiye alîkarî dide DAIŞ´ê

Li ser lîstikên ku li dijî Rojava têne meşandin jî Sîpan Hemo agahî dan û got: “ Dewleta Tirkiyê hêza yekemîn a li dijî tekoşîna gelê Rojava derdikeve. Tirkiyê di hemû êrîş û planan de cih xwe girtiye û herî dawî jî di şexsê Kobanê de êrîş pêşxistin û piştgiriya DAIŞ’ê kir. Niha li Tirkiyê gelek kampên ku çeteyên DAIŞ‘ê têde têne perwerdekirin hene. Çete ji vir ji bo şerê gelê Rojavayê Kurdistanê bikin, têne şandin. Kampên wan li Antakya, Dîlokê û Kilis jî hene. Niha DAIŞ’ê li Tirkiyê pir xurt bûye. Çeteyên DAIŞ‘ê êdî dikare insanan ji wir birevîne û li gorî xwe ceza bike. Mînaka wê jî DAIŞ‘ê ciwanek ji Kilisê revandin û anîn herêma Babê ya Helebê. Çeteyan ew ciwan li wir li gorî xwe dadgeh kirin û niha li gel wan girtiye. Ev yek diyar dike ku DAIŞ‘ê li Tirkiyê pir hakim bûye û dikare mirovan ji wir birevîne.”

Planên krêt çêdikin

Sîpan Hemo bal kişand ser ku pişgiriya Tirkiyê bi DAIŞ‘ê re pir zêde û zelal e û wiha pê de çû: “Niha di vê çarçoveya planên xwe de dixwazin li derdora Helebê hêzên baş û demokratîk ên Sûriyê tesfiye bikin. Girûpên wekî Cemal Merûf û Hereket Hezim ku ji aliyê hêzên navnetewî ve dihate qebûlkirin û pişgiriya wan dihate kirin. Di riya Cebhet El-Nusera û girûpên tundrew ên piştgiriya wan dikin şerê van girûpan pêşxistin. Ev yek di berjewendiyê Dewleta Tirk de hatiye kirin. Tirkiyê dixwaze li herêmê tu hêzeke demokratîk nebe û tu kesên ku behsa biratî û wekheviyê dike nemîne. Tirkiyê ji bo piştgiriya komên ku li dijî gelê Sûriyê tevdigerin û tundiyê li herêmê pêşdixin, amdeye.”

Sûriye xirab dilîze

Fermandarê YPG´ê Sîpan Hemo destnîşan kir ku di van planan de roleke mezin a rêjîma Sûriyê jî heye. Sîpan Hemo di vê mijarê de jî wiha got: “Bi vê yekê rêjîma Sûriyê dixwaze ji hêzên navnetewî re bêje ji bilî hêzên tundrew tu hêz nîne ku pişggiriya wan bê kirin. Rêjîm temenê xwe dirêj dike. Bi vê yekê Sûiryê dixwest peyamê bide cîhanê ku ev hêz cihê metirsiyê ne, aramca wan jî parastina rêjîma xwe ye. Sûriyê di vê yekê de heta radeyekê biser ketiye jî. Em li ser erdê jî dibînin ku rêjîma Sûriyê rê ji komên çete re vekiriye û alîkariya wan dike. Rêjîm dixwaze bi vê yekê here hilbijartinên 2 alî, aliyek hêzên tundrew in û aliyekî din rêjîm bi xwe ye. 3 mehin hemleya tunekirina girûpên artêşa azad dane destpêkirin. Cebhet El-Nusra û alîgirên wan li dijî koman bikaranîn û wan bi rastî ji holê rakirin. Rêjîma Sûriyê jî bi vê yekê gelekî kêfxweşe ji ber ku tu carî dê DAIŞ‘ê û Cebhet El-Nusera neyên qebûlkirin û nebin anternatîfên wan.”

Parastin erka her kesî ye

Sîpan Hemo diyar kir ku YPG’ê her dem amade ye, li kêleka hemû aliyên ku dixwazin Sûriyeke demokratîk û azad ava bikin bisekine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em tekoşîneka demokratîk û jiyana hevbeş a Sûriyê didim meşandin, tekoşîna me ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye. Gelek aliyên ku naxwazin Sûriyeke demokratîk pêş bikeve, û li dijî tekoşîna demkratîk derdikevin hene. Em bi tu awayî pişgiriya rêjîmê nakin. Em piştgiriya aliyê din jî nakin. Lê emê di herêma xwe de erka xwe ya parastinê bi hêz bikin û derxînin asta herî jor.  Wekî diyar dibe planên mezin hene. Pêwîste gelê me û di serî de ciwan li kêleka hêzên me bisekirin û di erka parstinê de cih bigrin. Erka parastinê li ser milê her kesî ye û wê gelê me bê dudilî parastina herêmê xwe bike û avakirin û inşakirina saziyên xwe dewam bike.”


 NAVENDA NÛÇEYAN