
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku nakokiyên navbera Rûsya û DYA, li ser rûyê erdê berevajî gotin û daxuyaniyan e. Ehmed bibîr xist, ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartina serokatiyê tê kirin û got, “Beriya niha di encama lihevkirina DYA û Rûsyayê de agirbestek hat ragihandin. Ne mirov ji vê re dikarin bêjin agirbest, ne jî bêjin tiştek nebûye. Ne dest pê kir, ne jî qediya.
Hêzên li ser rûyê erdê şer dikin, heta astekê ev yek bi cih anîn. Lê belê ji ber rewşa hêzên ji derve dest li van hêzan werdidin, ev agirbest hat binpêkirin û têkbirin. Di rewşa heyî de, Rûsyayê piştî têkçûna agirbestê ber bi Helebê ve dest bi pêngavekê kir. Rûsya-rejîm û Îranê bi hev re dest bi vê pêngavê kirin. Li Helebê gihîştine astekê. Hêzên rejîmê bi pêş ve çûne û dixwazin bi temamî kontrol bikin.
Dagirkeriya Tirkiyeyê erê kirin
Tirkiye dixwaze ji aliyê Babê heta Helebê bi pêş ve biçe. Eger hêzên navneteweyî pêşî li Tirkiyeyê venekiribûna, wê nikarîbûya Cerablûs û Raî dagir bikira. Rûsya, rejîmê û Îranê lampey kesk ji Tirkiyeyê re pê xistin. Ev dagirkerî bi desteka hêzên koalîsyonê pêk hat û dewam dike.
Tirkiye, ji bo xwe bigihîne Helebê vê bi kar tîne. Ji bo şerê li Helebê neqede, Tirkiye vê dike. Tirkiyeyê li ser dagirkirina Babê ev stratejî ava kiriye. Hedefa bingehîn a Tirkiyeyê gelemperiya Helebê ye. Bi Helebê re Tirkiye dixwaze temamiya Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Armanceke bi vî rengî ya Tirkiyeyê heye. Dixwaze sîstema li Rojava xera bike. Û di dawiya dawî de tevahiya Sûriyeyê kontrol bike.”
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku Rûsya-Îran-Rejîm bi vê armanca Tirkiyeyê dizanin û wiha dewam kir: “Wê vê qebûl bikin an nekin, ev ne diyar e. Lê belê nepêkan e ku qebûl bikin. Plana Tirkiyeyê ew e, ku piştî paqijkirina herêmên DAIŞ’ê, êrîşî herêmên Kurdan bike. Di rewşeke bi vî rengî de wê hêzên koalîsyonê jî bikevin nava rewşeke xetere. Haya hêzên navneteweyî û hêzên koalîsyonê ji vê heye.”
Nakokiyên Rûsya-DYAY’yê
Ehmed bal kişand ser nîşaneyên li ser kûrbûna nakokiyên navbera Rûsya û DYA û got, “Hin derdor vê rewşê weke ‘kêm ma ye şerekî cîhanê dest pê bike’ dinirxînin. Bi dîtina me, rewşa li ser rûyê erdê ne bi vî rengî ye. Kontrolkirina Helebê ji aliyê rejîmê ve, tenê weke daxawza Rûsyayê tê nîşandan. Bêdengiya DYA ji vê re û hewldanên qutbûna têkiliyan di vê demê de, hê bêhtir derfet da rejîmê ku Helebê kontrol bike. Ev rewş, girêdayî daxwaza hêz û aliyan, diqewime.”
Hedefa Erdogan ji Helebê heta Mûsilê ye
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep tayyîp Erdogan ên li ser Sevr û Lozanê ku îdîa dike bi van peymanan re ya wan ji dest hatiye girtin û got, “Ji peymana Sykes-Pîcot jî aciz e. Yanî ti ji van peymanan qebûl nake. Erdogan dixwaze li dema beriya van peymanan vegere. Pozîsyon û statuya beriya van peymanan dixwaze. Armanca Erdogan ne tenê li Sûriyeyê ye. Herêma ji Helebê heta Mûsilê dixwaze. Û Mûsilê bi xwe jî dixwaze.”
‘Dixwaze êrîşî Efrînê bike‘
Ehmed têkildarî gef û xeteriyeke din a dewleta Tirk li dijî Kurdan got, “Planên dewleta Tirk hene ku êrîşî Efrînê bike. Xuya ye dixwazin êrîş bikin. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, çend roj berê li Reyhanliyê civînek hat lidarxistin û di vê civînê de plana êrîşa li dijî Efrînê hat amadekirin. Lewma xeterî li ser Efrînê heye. Li Efrînê zêdeyî mîlyonek mirov dijîn. Xeterî li ser van hemû mirovan e. Lazim e Efrîn xwe ji vê rewşê derxîne. Xwe ji nava vê xeteriyê derxîne. Bi vekirina rêyên vê yekê û dorfirehkirina xwe re Efrîn dikare xwe ji vê rewşê rizgar bike.”
Berpirsiyariyên Kurdan
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed işaret bi gefên DAIŞ‘ê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê yên li dijî Kurdan kir û got, “Kurd neçar in tevî gelên li vê herêmê xwe li dijî van hêzan biparêzin. Ji bo veger li sîstemeke navendî neyê kirin, pêwîste di sîstemeke demokratîk û nenavendî de israr bikin. Ji bo cih di nava çareseriya siyasî de bigirin, divê gavên pratîkî yên berbiçav bavêjin. Lazim e di gavên xwe de bi israr be. Ev gav; çûyîna Reqqayê, çûyîna Babê yan jî çûyîna ber bi Helebê ve be, çi dibe bila bibe divê gav werin avêtin. Ev gav wê cihgirtina di nava çareseriya siyasî de garantî bike. Di nava şeş mehan de dibe ku ji bo çareseriyê hin tişt derkevin holê.”
‘Projeya me ya çareseriyê ye’
Îlham Ehmed diyar kir, ji bo qebûlkirna projeya wan a Federasyona Bakurê Sûriyeyê ew ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve di nava hewldanan de ne û got, „Em bi hemû hêzên li ser herêmê, bi taybetî li ser Sûriyeyê bi bandor in re hevdîtinan dikin. Pirsgirêk pirsgirêka tevahiya Sûriyeyê ye. Em li çareseriyek ji bo tevahiya Sûriyeyê digerin. Ji ber ku em xwedî projeyeke bi vî rengî ne. Em nexşerêya çareseriyê pêşkêş dikin. Hin hêz hene bi erênî berivê didin hewldanên me. Mînak; Rûsya bi erênî nêz dibe û bersivên erênî dide. Hin hêz û welatên din jî hene ku bi erênî dibînin. Ji ber ku sîstema me, ne sîstemeke were redkirin e.”
SEYÎT EVRAN / NAVENDA NÛÇEYAN