
Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar, Ehmed Ebû Erac bang li hemû hêzên leşkerî kir ku ji bin kontrola Tirkiyeyê derkevin.
Erec got, yên ku ew li Helebê radest kirin dê li Idlibê jî heman kiryarê bikin.
Derbarê planên Tirkiyeyê li herêmê û keysbaziya wê ji hemû hêzên çekdar ên li Sûriyeyê re û li gorî berjewendiyên xwe bikaranîna wan, Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar, Ehmed Ebû Erac ji Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) re axivî.
Ebû Erac di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku hemû çekdarên biyanî di Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibin û wiha axivî: ″Piraniya çekdarên ku derbasî Sûriyê bûn ji endamên MÎT′a Tikiyeyê ne. DAIŞ di bin çavdêriya Tirkiyeyê û hin dewletan de ku destekê didin hêzên radîkal, hat avakirin.″
Tirkiye ket bin çengê hêzên radîkal
Ebû Erac destnîşan kir ku Tirkiyeya her roj behsa hevaltiya xwe bi gelê Sûriyeyê re dike, fabrîke û bermahiyên wê yên dîrokî dizîn, her wiha li ser pişta hêzên muxalif destek da El-Qaîde û ev yek bû sedem ku muxalefeta nerm li Sûriyeyê nemîne, mînaka wê ya berbiçav jî, bajarê Idlibê ye ku ji aliyê hêzên muxalif ve hat rizgarkirin û niha ketiye bin sîwana El-Qaîdeyê.
Ebû Erec got, Tirkiye hemû komên çekdar ji eniyên başûrê Helebê û bakurê Hemayê vekişandin û tevlî Mertalê Firatê kirin û got: ″Bi vî awayî Tirkiyeyê rêya dorpêçkirina tevahî Helebê li pêşiya rêjîma Baas vekir.″
Ebû Erac bal kişand ser radestkirina bajarokê Dareya ya Şamê li beramberî bajarê Cerablusê û got: ″DAIŞ′ê gundên herêmên radestî Tirkiyê kirin. Bi vê yekê jî Tirkiye çek û çebilxane da DAIŞ′ê da şerê hêzên Şoreşger ên li herêma Şahbayê bike.″
Ebû Erac têkçûna muxalifan li bajarê Helebê weke firotina wan a duyemîn bi destê Tirkiyeyê pênase kir û da zanîn ku Tirkiyeyê Heleb li hember dagirkirina Babê firot û got: ″Lê tişta em nizanin, gelo dê Mertala Firatê karibe bajarê Babê bigire?″
Banga li hêzên muxalif
Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar Ehmed Ebû Erac bang li hemû hêzên muxalif kir ku ji bin kontrola Tirkiyeyê derkevin, ji ber ku yê ew li Helebê firotî, dê wan li bajarê Idlibê jî bifiroşe û wiha pê de çû: “Pêwîst e hûn ji tecrûbeyên xwe yên li Helebê, Dareya Miedemiyê, sûdê wergirin. Êdî serî li hember Tirkiyeyê netewînin ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe ew ê careke din we bifiroşe."
ŞERVÎN MISTEFA / ANHA / EFRÎN