Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) heta niha 3128 caran Tirkiye mehkûm kiriye.
Li gorî nûçeya Huseyîn Elmali ya di ANF´yê de, Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Guido Raimondi pêncşemê (doh) civîneke çapemeniyê li dar xist û bîlançoya sala 2018’an nirxand.
Raimondi got, Tirkiye par di 140 dozan de mehkûm bûye. Raimondi bal kişand ser wê yekê ku, Tirkiyeyê ji roja ku peyman qebûl kiriye ve jî di 3128 dozan de mehkûm bûye. Rûsya 2365, Îtalya 1830, Romanya 1273, Fransa 736 û Elmanya jî 195 caran mehkûm bûne.
7100 dozên nû
Raimondi diyar kir ku li Tirkiyeyê 7100 doz hatine vekirin û ev doz li benda pêvajoya dadgehê ne. Raimondi diyar kir ku ji Rûsyayê 11750, ji Îtalyayê 4050, ji Ûkraynayê 7250 û ji Romanyayê jî 8500 dozên nû çûne ber destê wan.
NAVENDA NÛÇEYAN