Êrîşa çeteyên DAIŞ´ê a bi destê Tirkiyeyê li dijî Kerkûkê doh jî dewam kir. Li taxa Nîda ya Kerkûkê di navbera hêzên ewlekariyê yên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de şer doh jî rû da. 

Li Kerkûkê beriya sê rojan, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajar kiribûn şer qewimîbû. Li bajar doh şer dîsa dest pê kir. Li gorî agahiyan, li taxa Nîda ya bajarê Kerkûkê dîsa di navebera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. 

Rêveberê Binkeya Polîsê Domîz, Tahir Mihemed der barê şer degot, “Van kêliyan, li taxa Nîda ya bajarê Kerkûkê du çeteyan xwe di qata sêyemîn a avahiyekê de bi cih kiriye û bi çeka Qenasê şerê hêzên ewlekariyê dikin.”

Mihemed diyar kir ku di encama bersivdayîna hêzên ewlekariyê de şer qewimiye û hêzên wan dor li wê awahiyê girtiye.

Li aliyê din hat zanîn ku li Nîdayê herê kêm 3 çeteyên DAIŞ´ê bombeyên li ser xwe teqandine.

Çeteyên DAIŞ’ê roja 21’ê Cotmehê, seat derdora 03:30’an êrîşî bajarê Kerkûkê kir. Çeteyan çend avahî û hotelên li Kerkûkê dagir kirin û şer du rojan dewam kiribû. Hêzên HPG û YJA Starê jî beşdarî şerê du rojan ê li Kerkûkê bûn.

 Destê dewleta Tirk di vî karî de heye

Di êrîşên li taxên Yekê Hezîranê, Esra û Mefqûdîn, Tesiîn û Dûmiz de gelek hêzên ewlekariyê û xelkê sivîl şehîd bûn. Gelek nîşan û belge hene ku êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye organîzekirin yan jî birêvebirin. Lewma Tirkiyeya li derveyî operasyona Mûsilê ha hiştin, têra xwe bi hêrs rabû û heta seropkkomarê wê Erdogan, gotinên “Mûsil ya me ye” kirin.

Endamekî DAIŞ´ê yê li Kerkûkê hatî girtin li xwe bi van gotinan mikur hat “Helîkopterên Tirk em li Kerkûkê danîn“. Li aliyê din li ser hin çeteyan jî belgeyîn îqameya li Tirkiyeyê derketin holê.

Armanc plana Tirkiyeyê ya Mûsilê ye 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ji gelê Kerkûkê xwest, hê bi dîsîplîn û rêxistinbûyî tevbigere û got, “Ev êrîş mesajeke wan hêzan e ku hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Gelê me wê bi berxwedanê bersivê bide van êrîşan, hesabê êrîşan bipirse û teslîmiyetê qebûl neke.”

Mihemed Ebdullah da xuyakirin, ku Tevgera Azadî wê li cem gel û hêzên parastina Kerkûkê be, bajêr biparêze û got, “Ev êrîş wê dewam bike. Armanca esasî ya van êrîşan, plana Tirkiyeyê ya li ser wîlayeta Mûsilê ye. Tirkiye dixwaze li tevahiya Kurdistanê serdest be. Tirkiye dixwaze wîlayeta Mûsilê kontrol bike, û li pey wê ye ku herêmên din ên Kurdistanê jî kontrol bike. Ji bo pûçkirina vê planê, em amade ne canê xwe jî bidin.”

Gel, gerîla, pêşmerge û daxwaza Fermandariya Hevpar 

Ebdullah bal kişand ser plana hêzên navneteweyî ya li ser çar parçeyên Kurdistanê û wiha dewam kir: “Weke parçeyek ji vê planê, DAIŞ’ê êrîşî Kerkûkê kir. Lê gelê Kerkûkê bi lehengî li dijî van êrîşan li ber xwe da û êrîş şikandin. Wêneyê herî bedew li çeperên berxwedanê derket holê ku gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re li dijî êrîşan li ber xwe dan.”

Ebdullah bang li aliyên siyasî kir, ku bibin yek û got, “Ji bo şikandina van êrîşan divê aliyên siyasî bi hev re tevbigerin. Daxwaza gelê Kerkûkê jî ev e. Divê di bin sîwana fermandariya hevpar de tevlî operasyona Mûsilê bibin. Ji bo peymanên Lozan û Sykes Pîcot dubare nebin, lazim e Kurd bibin yek. Ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk pêwîstî bi yekîtî û hevgirtina Kurdan heye.”

Êrîşê roja înê dest pê kir

Li Kerkûkê tevî ku navend 12 Hezîrana 2014´an ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin, navçeyên Hewîce û Daqquqê di dest DAIŞ´ê de ne. Piştî destpîkirina operasyona Mûsilê, DAIŞ´ê êrişî Kerkûkê kir. Di êrîşên hem wext ên DAIŞ´ê ên li dijî Kerkûkê de herî kêm 72 kesan jiyana xwe ji dest da û 200 kes jî birîndar bûn. Di nava kesên jiyana xwe jidestdayî de pêşmerge, hêzên ewlekariyê û xelkê sivîl jî hene. 


 KERKÛK