Li hemberî bajarokên Girê Spî û Silûkê, 27'ê Sibatê êrîşeke mezin hat kirin. Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li 25 nuqteyên cuda şer qewimî û vî şerê giran 2 rojan dewam kir. Zelal bû ku êrîşên li hemberî Girê Spî û Silûkê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin. Ahmed Haci Layih di vê şerê de êsîr ket destê hêzên YPG´ê. Layih berî du salan tevlî DAIŞ'ê bûye. Ew dide zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Tirk ew ji Cerablûsê anîne û derbasî Girê Spî û Silûkê kirine. Li gorî vegotinên Layih; di çarçoveya planê de beşek ji komên derbasî nava bajarok hatin kirin êrîşî rojhilat, beşekê jê êrîşî rojavayê Girê Spî kir û leşkerên Tirk jî weke hêzeke dagirker ji bakur ve êrîş kir.

Li hemberî bajarokên Girê Spî û Silûkê, 27'ê Sibatê êrîşeke mezin hat kirin. Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li 25 nuqteyên cuda şer qewimî û vî şerê giran 2 rojan dewam kir. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek jî bi saxî ketin destê YPG'ê. Yek ji çeteyên bi saxî hat girtin Ahmed Haci Layih e ku navê xwe yê di nava DAIŞ'ê de Ebû Eyyub Ensar e. Layih 1'ê Adarê li Silûkê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat girtin û paşê li xwe mikur hat.


'Hêzên Tirk em wergirtin...'

Layih ê li gundê Mixtelta yê Silûkê ji dayik bûyî û berî du salan tevlî nava refên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bûyî, got, di dema êrîşa li hemberî Kobanê de wî li Çelebiyê şer dikir. Layih da xuyakirin, ku tevî Çelebiyê wî li Tebqa û Hedle jî şer kir û herî dawî li Cerablûsê maye. Layih da zanîn ku sê rojan beriya êrîşê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên taybet ên Tirk ve ji Cerabalûsê hatiye wergirtin û ew birine Tirkiyeyê. Layih got, "Hin ekîb hene ku timî bi îstîxbarata Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ne. Yek ji kesên di nava van ekîban de cih digire kesê bi navê Omer Tîmsah e. Yek ji van ekîban ji me re ragihand ku bi rêya dewleta Tirk wê di ser Tirkiyeyê re derbasî Girê Spî û Silûkê bibin. Piştî demeke kurt hêzên ewlekariyê yên Tirk hatin em ji Cerablûsê birin Tirkiyeyê. Bi awayekî eşkere em derbas nekirin. Bi dizî em derbas kirin. Ji wê derê jî, hêzeke veşartî û taybet, bi wesayîta MÎT'ê em derbasî aliyê Girê Spî û Silûkê kirin. Dema em derbas kirin, fermandarê me Xalid Tacî û endamê îstîxbaratê Omer Tîmsah ji me re gotin, 'Eger tiştek bi serê we de hat, agahiyê bidin me. Dema birîndar ji we çêbûn agahiyê bidin, em ê derman bikin. Dema cih li we teng bû, sînor derbas bikin û teslîmî leşkeran bibin. Em ê ji wê derê we li Cerablûsê vegerînin."


Dema şer giran bû eskerê Tirk reviyan

Layih diyar kir ku ew bi pênc koman derbasî Girê Spî û Silûkê hatine kirin û ji bilî wan jî hin komên din hatibûn derbaskirin.

Layih ev agahiyên balkêş dan: "Di nava her komê de bi qasî pêncî kesî hebûn. Sê rojan beriya êrîşê em derbas kirin. Komên berî me derbas bûbûn hebûn. Dema destpêkirina êrîşê diyar bû, lê ji me re negotibûn. Lê du rojan beriya êrîşê ji me re gotin ka kîjan kom wê ji ku êrîşê bike. Koma me wê ji Silûkê, komeke din jî wê ji rojava êrîş bikira. Hin kom jî wê ji nava Girê Spî êrîş bikira. Li gorî planê, dema me dest bi êrîşê kir, wê leşkerên Tirk jî ji aliyê bakur ve êrîş bikira û biketa hundir. Lê wezîfeya xwe nekirin. Me êrîş da destpêkirin, lê ew neketin hundir û destek nedan me. Ji ber vê yekê xiyanet li me kirin."


'Pirraniya endamên DAIŞ´ê Tirk in'

Layih got, "Di nava koma me de kesekî bi navê Ebû Tahir Siûdî hebû. Efxanek hebû. Di wesayîta din de sê yan jî çar Tacik hebûn. Xuya ye ew kom jî derbasî Girê Spî bû. Yanî di her wesayîtekê de sê çar kes hebûn. Di her wesayîtê de sê çar Tacîk hebûn. Niha gelek Tacîk hene" û wiha dewam kir:

"Navên MÎT'ên Tirkiyeyê nayên zanîn. Ji hev re dibêjin 'bira'. Gelek birîndarên me li wir in, li Tirkiyeyê vedigerin û derman dibin. Ev tê zanîn. … MÎT'ê çek, cebilxane û erzaq ji me re dişand. Bi wesayîtên Kargo di bin navê malzemeyên alîkariyê de ji me re dihatin. Ji deriyê Girê Spî derbas dikirin. Di binê malzemeyên 'alîkariyê' de vedişartin û dişandin."

Layih dibêje, Tirkiyeyê ew xapandine, û li ser mijarê weha dipeyiveÊ "Ya rast; Tirkiyeyê em xapandin û şandin. Ev bi zelalî tê dîtin. Armanca bingehîn a Tirkiyeyê şerê me yê li hemberî partiyê ye. Ji ber ku partî dijminê wê ye. Dixwaze partiyê ji holê rake. Lewma DAIŞ'ê bi kar tîne û li hemberî partiyê dide şerkirin."

Layih dibêeje piştî xiyaneta Tirkiyeyê, heke ew were berdan, ew ê biçe mala xwe û li nav zarokên xwe rûne. Maliyên wî (hevjîn û zarokeke wî) niha li Reqayê ne. 

Layih li ser dewra Tirkiyeyê ya ji bo êrîşê plankirî jî dibêje, "Ji ber ku Tirkiye neket hundir gelek kuûtiyên me çêbûn". Ji koma Layih bi tenê pênc kes difilitin û dema ku berê xwe didin sînorê Tirkiyeyê hêzên YPG´ê wî digirin.


Navenda têkiliyên bi Tirkiyeyê re

Endamê DAIŞ'ê Layih da xuyakirin, ku Girê Spî ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, navenda têkiliyên wan bi Tirkiyeyê re Girê Spî bû. 

Li gorî şahidên bûyerê, di dema êrîşê de bi qasî 30 leşkerên Tirk hatin ber derî. Lê belê dema dîtin şer giran bûye û balafirên koalîsyonê yên navneteweyî jî bomberdûmanê dikin, vegeriyan. Vegotinên Layih vê agahiyê piştrast dike û eşkere dibe ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye plankirin. 


 ANF/GIRÊ SPÎ