Fona perwerde, zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO’yê lîsteya xwe ya "zimanên di tehlûkeyê de" nû kir û weşand.
Li gorî nexşeya zimanên bi tehlûkeyê re rûbirû ya UNESCO’yê li Tirkiyeyê 18 ziman di tehlûkeyê de ne. Li gorê nûçeya malpera Horizon Weekly, Hemşînî ya ku weke şêwezarekî Ermenîkî tê qebûlkirin jî di vê lîsteya nûkirî ya UNESCO´yê de cihê xwe girtiye. Lê belê di lîsteyê de agahî nehat dayîn ka çend kes bi Hemşînî dipeyivin.
Li gorî lîsteya UNESCO´yê 5 kategorî ji bo sinifandina zimanên bi tehlûkeya nemanê re rûbirû hene.
* Vulnerable (li derban vekirî ye): Pirraniya zarokan bi vî zimanî dipeyivin, lê li mekanekî teng.
* Definitely endangered (Bi awayekî teqez di tehlûkeyê de ye): Zarok êdî li mala xwe fêrî zimanê xwe yê dayikê nabin.
* Severely endangered (Bi awayekî cidî di tehlûkeyê de ye): Pîr û kal di navbera xwe de pê dipeyivin, dêûbav belkî fêm dikin, li di navbera xwe de û bi zarokên xwe re napeyivin.
* Critically endangered: (Bi awayekî krîtîk di tehlûkeyê de ye) Bi tenê kal û pîr pê dipeyivin û ew jî qismî û kêm caran.
* Extinct: (nemayî) Êdî kes pê napeyive.
Hemşînî li ku dijîn?
Zimanê Hemşînî ji van kategoriyan di kategoriya UNESCO ya 'Definitely endangered' (Bi awayekî teqez di tehlûkeyê de ye) ye. Roja me ya îro li Rojhilatê Derya Reş li gelek navçeyên bajarên Artvîn, Rîze, Trabzonê, wekî din li Erzirom, Duzce, Sakaryayê deverên şên hene ku kesên ji xwe re dibêjin Hemşîn ew ava kirine.
Bi giştî Hemşîniyên li Tirkiyeyê weke, Hemşîniyên Rojhilat û yên Rojava li du beşan dabeşkirî ye. Hemşîniya Rojhilat tê peyivîn li navçeyên Artvînê Hopa û Borçka û deverên şên ên li Sakarya Kocaelî, Karasu û Duzce Akçakoca ji aliyê koçberên ji van navçeyan damezrandî.
Hemşîniya Rojava jî tê peyivîn li navçeyên Rîzeyê, Çamlihemşîn, Hemşîn, Pazar, Îkizdere, Çayelî, Ardeşen û Findikli û li navçeya Trabzonê Arakliyê, li gundên hemşîniyan ên navçeyên Erziromê Îspir, Uzundere, Tortum û Narmanê. Wisa tê hizirkirin ku ev ji hev cihêbûna cografî û zimanî, rê li ber jihevcudabûneke çandî jî vekiribe. Li welatê Hemşîna Rojava devokên Tirkî jî tên peyivîn, beramberî vê li li Hemşîna Rojhilat xelk du zimanî ye û şêwezarekî Eremnîkiya Rojava a bi navê “Homşetsnag-Hemşînî” jî dipeyivin."
NAVENDA NÛÇEYAN