Hêzên AKP’ê êrîşî gundê Hewar Kilis ê girêdayî herêmên Şehbayê kir û qetliyam pêk anî. Çavkaniyên herêmî yên ANHA’yê ji gundê Hewar Kilis ê herêmên Şehbayê ragihand ku piştî koma çeteyên Sultan Murad ku hêza xwe ji AKP’ê digire, gundê Hewar Kilis dagir kir, hêzên AKP’ê jî bi tankan êrîşî gundê li nêzî sînorê Tirkiyeyê kir. Di encama topbaranê de 25 sivîlan ku di nava wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan.

Ji sivîlên ku hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine zanîn, ev in: Îbrahîm Hilwî û hevsera wî Gulê Hilwî, Îbrahîm Henîfî û hevsera wî û çend endamên malbata Idrîs.

Gundê Hewar Kilis 8 km li bakur rojhilatê bajarê Ezazê ye û piraniya şêniyên wê Kurd in.

Di 12’ê Nîsanê de jî hêzên taybet ên Tirkiyeyê, derbasî vî gundî bûbûn.


19 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamekî wê ye li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin. Li gorî nûçegihanên ANHA´yê ji herêmê ragihandî, 

pêr şev çeteyan ji herêma Seken Şebabî û Museles êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kir. Di encama bersivdayina şervanên YPG/YPJ’ê, şerekî dijwar qewimî. Di encama şer de serçeteyek jî di nav de 19 çeteyên koalîsyonê hatin kuştin.

Çavkaniyên pêbawer ên ANHA’yê ragihandin ku serçeteyê hatî kuştin Ebû Cafer e û çeteyên din jî bi navê Ehmed Misilawî (Tabûra Siwar El-Şam), Ebdullseyah û Hesan EL-Musari (Cebha El-Şamiya), 4 çeteyên El-Nusra, 3 çeteyên Tugaya Sultan Murad û 8 çete jî nehatin zanîn bi ser kîjan komê ve ne.

Çete ji 16’ê Sibatê ve êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin û herî dawiyê 5’ê Nîsanê dest bi operesyoneke din a êrîşan kirine.


Çeteyan êrîşî Şêxler û Eyn Îsa kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî bajarokên Şêxler û Eyn Îsa jî kir.

YPG’ê ragihan ku 13’ê Nîsanê saet 14:00’an, çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê ser bi Kobanê.

YPG’ê da xuyakirin ku dîsa di heman rojê de di navbera saetên 11.00 û 12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser bejahiya rojhilatê bajarokê Eyn Îsa û di navbera saetên 12:00 û 14:00’an de jî bi çekên giran êrîş birin ser derdora gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa.


Artêşa Tirk êrîşî YPG’ê kir

Hêzên Hikûmeta AKP’ê careke din nuqteyên YPG’ê yên li bajarê Girê Spî gulebaran kir. Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku hêzên hikûmeta AKP’ê doh saet derdora 09.00’an, careke din bi çekên giran êrîşî nuqteyên YPG’ê yên li rojhilatê bajarê Girê Spî kir. Êrîşê heta saet 01.00’ê dewam kir.

Hêzên artêşa Tirk pêr jî nuqteyên YPG’ê yên li derdora deriyê sînor ê Akçakele yê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de, gulebaran kir. Di encamê de tu ziyan çênebû. 


2 zarok birîndar bûn

Mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Mebrûka yê Serêkaniyê teqiya. Di encamê de 2 zarokên ku li herêma teqînê li ber pez bûn, birîndar bûn.

Herdu zarok Ehmed Zêdan (7) û Ebîr Mihemed (8), pêr  dema ku berxên xwe li erdekî bajarokê Mebrûka yê Serêkaniyê diçêrand, rastî mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê hatin û pê lîstin. Di encamê de mayîn bi herdu zarokan de teqiya û birîndar kirin. Herdu zarok li nexweşxaneya Qamişlo hatin emeliyatkirin û parçeyên di laşên wan de hatin derxistin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN





Çeteyên Tirkiyeyê bi êşkencê dikujin


Qetilkirina karmendê tenduristiyê yê Kurd ê bi navê Xalid Sikêf rê li ber nerazîbûna mezin a xebatkarên tenduristiyê vedike. Xalid Sikêf karmendekî nexweşxaneya El-Debaq a li Helebê bû û ji aliyê çeteyên Cebhet el-Turkumen ve hatibû revandin û bi êşkencê hatibû qetilkirin. Çeteyên Tugaya Sultan Murad û ên Lîwa Fetîh, Cebhet el-Turkumen pêk tînin.

Piştî vê hovîtiya çeteyên ser bi Tikriyeyê, navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên li bajarê Helebê yên li herêmên di bin dorpêça komên çete yên koalîsyona Sûriyeyê de, karê xwe rawestandin. Rayedarên nexweşxaneyan diyar kir ku heta kujer neyên cezakirin, ew ê dest bi kar nekin.

Navendên tenduristiyê û nexweş-xaneyên bajarê Helebê helwesta xwe bi daxuyaniyeke hevbeş eşkere kir. Di daxuyaniyê de kiryarên Cebhet El-Turkumen û çeteyên din koalîsyona Sûriyeyê yên berpirsiyar ji revandin û kuştina kadroyên tenduristiyê, hatin şermezarkirin.


Yan ceza bikin yan em diçin

Daxuyanî weha ye: “Koma Cebhet El-Turkumen karmendê veguhe-zandinê yê nexweşxaneya El-Deqaq li pêşiya nexweşxaneyê revand û piştî 7 rojên êşkenceyê kuştî vegerandin nexweşxaneyê”.

Di daxuyaniyê de ji bilî kar rawestandinê, hat gotin eger cezakirin pêk neyê, ew ê ji herêmên di bin dorpêça çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê derkevin.

Her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên Cebhet El-Turkumen û komên din ên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê, bi sedan kadroyên tenduristiyê li bajarê Helebê daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin. 


 HELEB