Pisporê Tirkiyeyê yê Konseya Pêwendiyên Derve yê Dezgeha Ramyarî ya Emerîkî Steven Cook, da xuyakirin ku mirov pê şaş namîne ku Emerîkayê ji bo têkoşîna dijî DAIŞ´ê li şûna artêşa Tirk, çekan dide YPG´ê.

Pisporê Tirkiyeyê Cook, ji beşa Tirkî ya Dengê Amerîkayê got, li meha Hezîrana 2014´an rêveberiya Emerîkayê ji bo têkoşîna dijî DAIŞ´ê daxwaz ji Tirkiye kiriye pê re bixebite, lê Tirkiyeyê ew red kiriye û lewma jî Emerîkayê biryar daye bi hêzên Kurdî (YPG) yên dilxwaz re li Sûriyê hevkariyê bike.

Hevkariya Emerîka û YPG´ê bi saya Tikiriyeyê

Cook li ser mijarê wiha peyivî: "Heke em vegerin Hezîrana 2014´an, dema ku Serok Obama li cihê cih ji bo têkoşîna dijî DAIŞ´ê li hevalbendan digeriya, Tirkiyeyê ji ber hinek hincetên li gorî xwe, biryar da ku ev ne li gorî berjewendiyê wê ye. Lewma jî Emerîka neçar ma hevalbendên din ji xwe re peyde bike. Û dema ku dît Kurdên li herêmê dilxwaz in, hevkariya artêşa Emerîkayê bi YPGê re destpê kir."

'Tirkiyeyê biriyara xwe li ser şerê Kurdan da'

Steven Cook di dewamê de destnîşan kir ku "A rast Tirkiyeyê bi awayekî biryar da ku Emerîka bi YPG´ê re hevakariyê bike. Lewra sala 2014´an nexwestin bi Amerîkayê re kar bikin. Gotin, em naxwazin di nav vî şerî de hebin û piştgirî nedan stratejiya ku guhertina rejîma Sûriyeyê tê de tine be. Nexwestin li bajarên wan xwîn birije û mirov baş li vê yekê serwext dibe. Herwiha bi awayekî eşkere gotin, ji bo wan şerê li dijî neteweperweriya Kurdan li pêşiya her tiştî ye."

'Ti gava li gorî dilê Tirkiyeyê nehat avêtin'

Pisporê Emerîkî herwiha da zanîn ku doza Reza Seraf a li Emerîkayê ji radestkirina serokê tevgera paşverû ya Fethullah Gulen girîngtir e ji bo Tirkiyeyê.

Cook got, di hevdîtina Erdogan û Trump a Washingtonê de, ne ji hêla biçekkirina YPG´ê ve, ne jî di mijarên doza Seraf û radestikirina Gulen de ti gav li gorî dilê Tirkiyeyê nehatiye avêtin. 


WASHINGTON