Di danûstandinên aliyên bajarê Kerkûkê de, heta niha ji bo diyarkirina waliyekî Kurd ji bo Kerkûkê Tirkmena bersivek erênî nedane. Cîgirê Rêveberê Malbenda 2 ya YNK’ê ya Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd got; “Tirkmen daxwaza wezîfeya  walîtiyê dikin. Heta niha xwe yekalî nekirine ka çi wezîfeyê bigirin.” Endamê Şandeya Danûstandinkar a Ereb Xelîl Hedîd jî got, di danûstandinan de pêşkeftinên baş hene.

Tirkmen walîtiyê ji bo xwe dixwazin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê bi navê lîsteya Biratiya Kerkûkê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi danûstandinên li gel aliyên Erebî û Tirkmenên Kerkûkê kirine, da ku ji bo Kerkûkê waliyekî Kurd were hilbijartin. Lê, heta niha ti encam ji danûstandinan derneketiye.

Her çiqas civîna yekemîn di navbera Lîsteya Biratî, Eniya Ereb û Tirkmen de pêkhatiye, lê li gorî zanyariyan Tirkmenan daxwaz kirine ku wezîfeya walîtiya Kerkûkê heta hilbijartina Meclîsên Parêzgehan ji bo wan be. Lê, Kurdan daxwaza Tirkmena red kiriye.

 

KERKÛK / ROJNEWS