Heta ku Elmanya xwe ji van tirsên siyasî xilas neke û siyaseteke xweser, bixwebawer a Tirkiyeyê bi pêş nexe ku ne tenê berjewendiyên aborî û tirsên siyasî wê bi rê ve bibin, wê ev rewşa hanê jî neguhere.
THOMAS SCHIMIDINGER
Dilsoziya korane ya elîtên Elman bi rejîma Erdogan re ne bi tenê elaqedarî dîrokeke dirêj a hevkariyeke xurt di navbera kevne-hevgirên şerî de heye, lê belê sedemên wê ya bigehîn, berjewendiyên berdest ên aborî û siyasî yên Elmanyayê ne.
Beriya her tiştî Elmanya ji dehsalan ve aliyekî beramber ê bazirganiyê ya ji bo Tirkiyeyê. Ev bi xwe jî xwedî dîrokeke dirêj e ku heta bi sedsala 18´an diçe. Lê di rastiyê de hîna nû di van çend dehsalên dawî de bû karekî bi fêde û lukratîf. Krîza siyasî bi vî alî û wî alî de, hikûmeta federal a Elman sala 2017´an bi awayekî eşkere bêhtir ji sala beriya wê îxracatên ber bi Tirkiyeyê ve bi wan garantiyên dewletê misoger kirin ku ji wan re Hermesbuergschaft tê gotin. Ev garantiya ji bo îxracatê ya bi destê hikûmeta federal a Elman sala 2017´an ji sê paran yek zêde bû û gihişt 1,46 milyar Euroyî; em vê jî fêr dibin ji bersiva wezareta aboriyê di Sibata 2018´an de dayî pêşnûmapirseke parlamenterî ya parlamenterê Partiya Çep Alexander Neu. Heta, wiha diyar e ku şerê li Efrînê bi xwe jî ti tesîr li îxracatên Elman nekiribe. Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê a Elman (DIHK) beriya krîza lîreyê Tirk, wisa dihizirî ku îxracatên ber bi Tirkiyeyê ve ji sedî 5 zêde bibin.
Bi tankên Elman ketin Efrînê
Yek ji malên îxracatê yên girîng ên Elman jî timî sîleh û bigurçûpêçkirina eskerî bû û ev jî bi erêkirina dilxwaz a hikûmeta federal a Elman tên îxrackirin. Li ser pêşnûmapirseke parlamenterê Partiya Keskan Omid Nouripour a Adara 2018´an em fêr dibin ku îxrackirina ber bi Tirkiyeyê ve ya malên bigurçûpêçkirina eskerî piştî destpêkirina şerê li dijî Efrînê jî bi mîqdareke bi milyonan euroyî hatiye erêkirin. Di bersiva vê pêşnûmapirsê de hat gotin ku di 5 hefteyên destpêkê yên “operasyona çiqilê zeytûnê” ya li dijî Efrînê de 20 destûrên îxrackirina sîlehên Elman bi bihayê 4.4 milyon euroyan daye. Bi ser halan de, hilberînerê tankan ê Elman Rheinmetall jî plan dike ku di çarçoveya Joint Venturekê (teşebuseke bi şirîkatî) de tevî şirketên Tirk nêzî hikûmetê re li Tirkiyeyê fabrîkayeke sîlehan ava bike. Jixwe, ew tankên Elman bûn ku li nava erdên Sûriyê ketin bajarê Efrînê: tankên Elman, tevî eskerên Tirk.
Peywendiyên aborî ti awayî neêşan
Rast e, di wan hefteyên piştî şerî de firotina sîlehan a ji bo Tirkiyeyê têra xwe kêm bûn - di bersiva pêşnûmapirseke nû de derket holê ku ji 14´ê Adarê ango destpêka hikûmeta nû heta 30 Hezîranê tenê 5 destûrên îxracata sîlehan bi bihayê 418 hezar û 279 euroyî ber bi Tirkiyeyê hatiye dayîn; ev jî li gorî mîqdara sala beriya wê gelekî kêm bû. Lê belê pîşesaziya sîleh û bigurçûpêçkirina eskerî ya Elman bi awayekî xurt dîsa berê xwe dide bazara Tirkiyeyê. Jixwe, ji bilî bazara bigurçûpêçkirina eskerî ya di warê siyasî de nazik, peywendiyên xurt ên aborî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê bi ti awayî neêşan.
Xwest raya giştî ya Elman aram û nerm bike
Herçî pevçûna di navbera DYE û Tirkiyeyê de ye, halê hazir Elmanya xwe li navbeynkariyê diceribîne. Seroka SPD (partiya Sosyal Demokrat a ku şirîkê hikûmetê ye) Andrea Nahles pêşniyaz kir beramberî krîza heyî ya aborî alîkarî bi Tirkiyeyê re bê kirin û Erdogan bi xwe jî beramberî Elmanyayê tercîh dike, rewşê nerm bike. Bi serbestkirina rojnamevana Elman, Meşale Tolu, Erdogan muhtemelen xwest raya giştî ya Elman aram û nerm bike. Ji ber vê yekê jî serdana Erdogan a ku ji bo dawiya meha Îlonê tê plankirin, her diçe bêhtir muhtemel dibe.
Heta ku xwe ji tirsên siyasî xilas neke
Erdogan bi van gavên xwe hêvî dike, mêvandarê wî jî jê re dilxwaz be û berjewendiyên xwe yên aborî di ser îtîrazên ji ber nebûna demokrasiyê û binpêkirina mafê mirovan re bi cih bike. Vî mêvandarî (Elmanyayê) beriya niha du caran ji ber sedemên din hişt ku Tirkiye bi awayekî bi rêkûpêk û daimî şantajê lê bike: Tirsa Elmanyayê ya ji hatina bêhtir penaberên ji Sûriyê, ji aliyê Tirkiyeyê bi awayekî bi rêkûpêk tê bikaranîn da ku xweşxwaziyeke siyasî ji Elmanyayê bistîne. Jixwe, ma ne Tirkiye ew derbend e ku penaber tê re divê xwe bigihînin Ewrûpayê. Lê belê, Erdogan her wiha Tirkên Elmanyayê hê bi salane weke potansiyeleke gefxwarinê bi kar tîne. Ji bo hikûmeta li Enqereyê, gelek alîgirên AKP´ê li Elmanyayê navgîneke karîger a tehdîtkirinê ne. Bi serê xwe tirsa ku Enqere wê karibe van di warê siyasî de seferber bike, di rabihuriyê de her kir ku Elmanya xwe ji rexnekirineke diyarker vede û bi ser vê de jî destek da helwêsta li dijî strukturên mixalefeta Kurd ên li Elmanyayê. Heta ku Elmanya xwe ji van tirsên siyasî xilas neke û siyaseteke xweser, bixwebawer a Tirkiyeyê bi pêş nexe ku ne tenê berjewendiyên aborî û tirsên siyasî wê bi rê ve bibin, wê ev rewşa hanê jî neguhere.