Weqfa Konrad Adenauer ku weqfa wê partiya CDU´yê ye ku li Elmanyayê şirîka mezin a hikûmeta federal e; beriya çendekê wê gotarek weşand. Nivîskarê gotarê Norman Siewer e. Nivîskar li ser navê “çîna navîn” dipeyive û piştgiriya bi Kurdan re ku di ser Rojava re bi pêş dikeve weke, “pirsgirêk” bi nav dike. Di dawiya gotarê de weke encam ew dibêje, hêzên “çepgir ên tundraw” hem nerazîbûna ji siyaseta dewleta Tirk bi kar tînin û hem jî pê xwe digihînin “çepgirên demokrat” û “nîvê civakê”.

Nivîskar nexasim jî ji çalakiyên bi slogana “RiseUp4Rojava” aciz bûye ku kariye beşên Tevgera “Friday4Future” bi komên “antîfaşîst ên milîtan” re mesela li Gottingenê bi hev re bimeşîne. Ev nivîskarê hanê dikare pêşniyazeke ji hedê xwe bihurî û zêde jî li aktorên demokratîk dike: “Xwe ji kampanyayên çepgirên radîkal ên ji bo doza Kurdî zelal bi mesafe bikin û bi awayekî hişk xwe ji wan dûr bikin.”

Aliyê erênî yê vê nivîsê ew e ku li Elmanyayê ew nûnerên “çîna navîn” mitaleyan dikin ku çîna navîn bi sempatiyê li doza Kurd binihêre. Ma Kurd dikarin çi bibêjin, belkî, “Xwezî ya ku tirsa we ye biçe serî, ev miletê mezlûm qet nebe li sirgûnê rehet bike.”

 

BERLÎN