Di jiyana mirovan de cihê herî bi raz, êșên giyana gel tê de razayî, nirxê herî payeberz û pîroz goristan in. Lema jî piraniya kurdan bi gorên bavê xwe sond dixwin: “Bi gora bavê /kalê min…! Bi mexberê vilan șehîdî yan jî xasî…” Di hinek çandan de gor bi taybetî hatine çêkirin, wek mînak; Pramîdên Misrê, gorîngehên Romayê, yên yunana, goristana di bin çiyayê Nemrût (Semsûr) de, dîsa li Kurdistanê gelek kumbet û gorên ku wek ziyaret tên bikaranîn hene.

Rastiyeke din ya goristanan heye, ew jî tirs e, gelek caran nezanîn û razên goristanan li hinan dibe tirseke șîzofrenîk û li giyana wan dipiçike, ew mirovê di nava wê tirsê de bi awayê nexweșê kronîk e, bi tena serê xwe nikane di nava goristanê re derbas be. Ev tirs gelek caran dibe kompleksa dewletan jî, mînak kompleksa dewleta tirk.

Goristan nirxên gelan yê herî pîroz e, nirx û nîșaneya hebûn, bîr û dîroka gelan e. Dema mirov li goristanên li welatekî binêre, mirov dizane ku kîjan gel li ser wê xakê jiyan e. Ev wekî belgeyên rastiya dîroka wê axê ne, tim vê rastiyê tîne bîra dagirkeran, ev jî dagirkerên mîna serkarên tirkan ji der hatine û ew welat dagirkirine ditirsîne. Ne tenê dewletên dagirker, hêzên fașîst, hêzên ol û baweriyeke jî ditirsîne.

Dema artêșa Omer bin Xetab bi navê îslamê dikeve Kurdistanê ne tenê parestgehan, goristan û hemû nirxan diruxîne. Ji helbesta hewremî: “Hurmuzgan Riman, atran kujan … Erebên zûrker kirine xapûr ji Paleyî Gineyî ta Șarezûr…” 

Di dagirkerên tirkan de gelek kompleksên tirsê rûniștine. Yek ev psikolojiya ji baweriya îslamê tê. Du; xwînxwariya wan, wan netewa xwe li ser xwîna gelan avakiriye. Ya sêyem jî ew ne gelê wê xakê ne, lema nirxên gelên Anatolya wan ditirsîne. Ji ber vê kompleksê hemû nîșane û goristanên gelan ruxandine. Mînak navê piraniya bajar û cigehan bi yunanî ne, lê li wan bajaran goristaneke yunanan nemane, yê ermeniyan jî her wisa. 

Di komkujiyan de gorên hemû rêberên gelê kurd wenda kirine. Hima çend mînak: Kanî gorên Șêx Seid û Seyid Riza, Alîșêr, Zarîfe û hevalên wan? Ne tenê ew gora Egît jî her çendî Newala Qesaban jî tê gotin, lê rasterast nayê zanîn. Her derê welatê me guhezandine gorên wendahiyan û komî.

Êrișê goristanan kirin ji fașîzm û cinawirêyê jî wêdatir e. Ku dewletekê vê bike, ew dewlet ne tenê rezîl, bêbext, zîșt, hov e, hemû nirxên mirovbûnê jî wenda kiriye, ew di nava komplekseke têkçûnê de ye.

Dema dest bi êrișan dikin berê goristanên șehîdan hedef digirin. Mînak li herêmê Medya berê goristanan bombebaran dikin. Vê carê jî rasterast fermana RTE li ser wezareta karê hundir e pêkanîn. Li gelek bajaran goristanên șehîdan ruxandin. Ditirsin, bi psikolojiya tirsê êriș dikin. Êrișê hemû pîroziyan dikin.

Berojê Qulan berdewamiya Girê Boxa ye, Girê Boxa mîna Duzgun Babayê li Dêrsimê pîroziyeke gelê me ye Elewî ye. Wan bi tonan bombe reșand ser wir jî. Gelê me goristana șehîd Îsmaîl û Ronahî li ber pêșa vê çiyayê piçûk û pîroz avakiribû. Li gel wê Mizgeft û Mala Cemê jî lêkiribûn. 

Bi fermana mislimanê dolarên qutiya solan RTE ev ziyareta (Girê Boxa) pîroziya gelê me ye, Mizgeft û Mala Cemê ya li ber goristana șehîdan hate bombebarankirin. Bi wê jî neman buldozer birin wek Daîșiyan Mizgeft, Mala Cemê ya goristanê û dîwarê hewșa goristanê ruxandin. Mermerên gorên șehîdan jî yek bi yek șikandin.

Ev cigeh warê zarokatiya min e. Ez li cihê șehîdgeh hatiye avakirin, șevekê li ber pez razam. Min ew bombeyên wan xwînxwaran di hînavê xwe de hîs kir. Mîna ku ne ew axa pîroz, singê min hatibe bombekirin. Lê ez vê baș dizanim ku wê ev tirsa goristanan wan têk bibe. Ev jî hêvî dide min.