Tirs jî ne tenê bi awakî ye, cûre cûre tirs hene. Hin tirsên mirovî hene ku di nava genê mirov de rûniştine. Ev awa tirs bi giranî wek bertekê xwe parastinê derdikevin pêş û xwezayî ne. Wekî mînak; ji şewatê, ji karesatên xwezayî, ji mar û cinawirên dirinde tirsîn.

Hin tirs jî hene, psîkolojîk û bîyolojîk in. Ev tirs di forma nexweşiyê giyanî de wek şîzofrenî, halîsînasyon dîtin ku di nava gel de dibêjin; „bi cina dikeve“ derdikeve pêş. Ev jî hetanî radeyekî dikanin werin tedavîkirin. Tirsên bi vî şêweyî zirarê nadin şênî û gelan.

Tirsa herî xeternak, ji bo gel û çînan heta bi giştî ji bo mirovahiyê talûka mezin e, tirsa tewanbariyê û her awa rezîliyê ye. Dema ev tirs di giyana kesan, koman, yan jî serkariyan de rûnişt, ew her û êrişkar dibin, bi her awa û dirindetiyê hêza êrişkar ya di destê xwe de ji bo porkirina tewanên xwe bi kar tînin. Di êriş û xwînxwariyên hemû dîktator û dîktatoriyan de ev awa tirs wek nexweşiyeke têkçûnê di pîleya kronîk de rûniştiye. Ji wê ew ji her livandin û gotina dijber ditirsin, tê de wek neynikê encama têkçûna xwe dibînin. 

Li cihanê bê hêjmar mînakên vê forma tirsê hene, dema mirov tenê rewşa van dîktatoran binirxîne, rastiyê dibîne. Hîtler, Musolonî, Somoza, Îdî Amîn, Saddam û hwd. Giştan bi psîkolojiya vê tirsê êriş kirine, kuştine, piran jî di encamê de xwe bi xwe xwe kuştine. 

Dîktator ev in: Kesê ku xwe li ser yasa û her nirxê heyî re dibîne, leşker, dad, polês, saziya sîxwirî hemû înstîtutsiyanên serkariyê ji bo berjewendiyê xwe, an jî hêza xwe bikartîne, nahêle bê gotin û îradeya wî/wê /wan tiştekî pêkwere, mudahaleyê her tiştî dike re dîkdator tê gotin. (Bêguman mirov dikane vê hê berfirehtir jî bike) 

Erdogan bi rawestan, kirin, gotin û yasayên daye derxistin, hewesiya siltanên Osmanî, bi aşîkarî hewldanên serkariyê bi her awayî girtina bin kontrola xwe ve gelek zelal dide xuyan ku ew tenê dikane di nava çarçoveya dîktatoryayê de were nirxandin. Li aliyekî destê wî di nava xwîna gel de ye (Mînak kujeriya Roboskî, Reyhanli û hwd.) Li aliyê din hetanî qirikê di nava gendeliyê de ye. Partiya wî jî her wisa (Sifirkirin kontoyê, qutîka solan). Lema êdî bi tirsa têkçûnê tevdigerin, ji rapirsînan fêmkirine ku partiya wan wenda dike. Ji her kesî çêtir dizanin ku dê çi were serê wî û rayedarên partiya wan. 

Ev êriş û provokasyona li Agiriyê, ji ragihandina walî û fermandariya leşkerî zelal dibe ku ev provokasyon bi plan hatiye sêwirandin. Li gel wê hê encama bûyarê nehatibû ragihandin Erdogan û rayedarên AKP  bi awayekî pêşte amadebûyî dest bi bangaşiya qirêj kirin. Her çendî ser û çavên wan tê de ma jî, bi medya xwe hêr didomînin.

Serketina HDP ê jî nîşana têkçûna wan ya herî zelal e, ji wê jî; li pey dek û dolaban û provokasyonên gelek xiniz û xeternak e/in. Wan bi vê mabestî ew êrişa provokatîf û zexel ya Agiriyê pêkanîn, wê hê êrişên bêtir jî pêk bînin. Lewre wan pir baş hîskirine ku ew li ber sewkîya têkçûnê ne. Eger ew di provokasyonan de bi ser nekevin dê bi her awayî hewl bidin ku dengan bidizin, bişewitînin. Lewra li gor nûçeyan çend mîlyon belgên dengan zêde dane çapkirin. Dibe ji tirsa têkçûna xwe darbeyeke tevheviya sivîl û leşkerî jî pêkbîne. Divê em ji her tiştî re amade bin.