Rûsya ya ku bi Tirkiyeyê re li ser Helebê li hev kir û di berde Bab kir qurbanî, niha gelo bi encamên vê lihevkirina bi Enqerê re rûbirû dibe?

Sefîrê Rûsyayê yê  li Enqerê Andrey Karlov dema ku çûbû serdana pêşangeheke hunerî, li mekanê pêşangehê rastî vê êrîşê hat. Li gorî şahidên bûyerê êrîşkarê çekdar dikeve hundirê hola pêşangehê û guleyan li sefîr direşîne. Paşê Karlov dibêje "Li welatê me hûn nikarin van bikin, her kes dikare derkeve!" û çawa van gotinan dike gule lê dikevin.

Êrîşkar ji cihê bûyerê naçe

Li aliyê din hat zanîn ku êrîşkar ê ku sloganên dij-rûs diavêje, li cihê bûyerê maye û nahêle Karlov ê gule lê ketî rakin nexweşxaneyê. Heta saeta nûçeya me hat amadekirin, nedihat zanîn ka sefîr Karlov sax e yan miriye. Rayedarên Rûs der barê bûyerê de yekser "komên îslamî yên tundraw" gunehbar kirin. 


 ENQERE