Dr. Eyûb Simaqey di berdewama axaftina xwe de got, pêwîst e biryarên heyî di parlamentoyê de werin gotûbêkirin û wiha peyivî: “Niha parlamento hatiye daxistin. Ti yasayek ji bo pratîkirina biryarên reformê li Herêma Kurdistanê nîne. Tişta niha tê kirin jî li derveyî yasayan e.”

 

‘Ti sûdek Tirkiyê ji bo aboriya Başûrê Kurdistanê nebûye’

Derbarê peywendiyên aborî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de jî Dr. Eyûb Semaqey got, bazarên Herêma Kurdistanê di bin serweriya Tirkiyê de ne û wiha pêde çû: “Di bazara di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hevsengî nîne. Ji bo wê jî bazar li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye, ne li gor yên Herêma Kurdistanê. Hêza Başûr ku sûdekê ji vê peywendiyê bigire nîne. Ji bo wê, Tirkiyê ti sûdek nedaye Herêmê û tenê pereyê Başûr dibe.”

Li Başûrê Kurdistanê herçend qeyrana aborî heye lê belê behsa referanduma ji bo serxwebûnê tê kirin, Simaqey derbarê vê mijarê de weha axivî: “Dewlet bê bingeha aborî nabe. Kêmkirin û birîna mûçeyan zilm e û li derveyî yasayên aborî û navneteweyî ye.” 


 HEWLÊR