Susan Meiselas: Tişta min dixwest bikim ew bû ku ne tenê weke tiştekê li wêne binihêrim. Lê belê weke tişta em dikarin bi bîr bînin di dîroka miletekî de, bi belgeyên din ên li dora wê fireh dibe û di nava wan de bi cih dibe.
Wênegir Susan Meiselas sala 1991´ê çû Kurdistanê û ev çûna wê veguherî projeyeke wênegiriyê ya qederê 30 salan.
Komeke Kurdên Başûrê Kurdistanê li ber axa kirî lod sekinîne. Hêza wênegiriya Susan Meiselas timî ne ya di nava kadrajê bi xwe de ye, ya ku ji kadrajê derdikeve ye ku hêzê li wêneyên wê bar dike. Di vî wêneyî (Wêne A) de dost û maliyên kesên di goreke komî de veşartî, kom bûne, gava ku wê cenaze bên derxistin. Kêm kes diwêrin berê xwe bidin jêr. Piştî bi 28 salan jî Susan Meiselas tîne bîra xwe ka cihê wê di vê sehneya tirsnak de çi bû.
Li ser wênegiriya xwe ya hingê û bi giştî ew ji malpera nûçeyan The National re peyiviye. Ew dibêje, “Hûn bi sebr û semax têra xwe dipên, heta ku ew kêliya wênegirtinê tê. Ya muhim, a rastî ne dîtina hestiyan bû. Mesele dîtina mirovan bû ku karibin bibêjin ka ew hestiyê kê ne. Helbet ev taybet e. Lê belê ev mirov li dora gora komî bûn gava ku cenaze dihatin derxistin bi rojan û bi hefteyan. Ew razî bûn ji belgekirinê. Ji bo wan acil bû ku serpêhatiyên xwe bibêjin.”
Ji wênegirî ber bi kuratoriyê
Jê re li hev hat, û piştî sala 1991´ê wê berê pîşeyê da ser vegotina belgekirina qirrkirina Enfalê ya li dijî Kurdan: “Ez êdî ji wênegir veguherîm û bûm kurator.” Ew bi vî rengî karê xwe yê Kurdistanê bi nav dike; ew şahidiyan, wêneyên dîrokî, albûmên malbatan, nexşeyan û kitêbên bi wêne yên dîasporaya Kurd berhev dike, hemû jî detayên bivênevê ne.
Wêneyên Kamaran Abdullah Saber ê 20 salî, di destê endamên malbata wî de ne li goristana Girê Saywan (Wêne B). Ew Tîrmeha 1991´ê di dema xwepêşandaneke xwendekaran a li dijî Sedam Huseyin de hatiye qetilkirin. Ev wêne jî ji yên Susan Meiselas e.
[caption id="attachment_169240" align="aligncenter" width="658"]
Wêne A[/caption]
[caption id="attachment_169241" align="aligncenter" width="658"]
Wêne B[/caption]
Li The Photographers’ Gallery tê nîşandan
Ew niha li The Photographers’ Gallery ya li Londonê tê nîşandan, weke beşeke ji Navbeynkariya wê ya retrospektîf, tevî çendeke din hatiye neqandin ji bo ku Xelata Weqfa Wênegiriyê ya Deutsche Borse wergire.
Meiselas niha 70 salî ye. Ew xwendekara Ansel Adams e û di salên 1970´yî de rêze belgekirinên ji Şoreşa Sandînîst a Nîkaraguayê heta bi jinên ciwan ên Manhattanê wê wêne girtin. Weke wênegireke Magnumê sala 1991´ê çû Başûrê Kurdistanê: “Weke ku min herêmeke nayê nasîn ronî dikir. Ya ku ez birim wir ew bû ku min Kurd li ser berga kovara Time dîtin û ew koçberiya girseyî ya ji Bakurê Iraqê ya di CNN´ê de.”
Wêne weke dîrok û bîr
Bi wêne û dîmenan berê xwe da Kurdistanê lê piştî demeke kurt êdî, wê nekarî tenê bibe wênegir. Tiştekî pirr mezin diqewimî. Karê belgekirina bîra kolektîf bi rêya wêneyan, weke karekî pirr mezin diyar bû, lê wê xwe da ber: “Tişta min dixwest bikim ew bû ku ne tenê weke tiştekê li wêne binihêrim. Lê belê weke tişta em dikarin bi bîr bînin di dîroka miletekî de, bi belgeyên din ên li dora wê fireh dibe û di nava wan de bi cih dibe.”
Weqfa Wênegiriyê ya Deutsche Borse ya sala 2019´an tê nîşandan niha li The Photographers’ Gallery ya li paytexta Ingilîstanl Londonê. Serketiyê îsal wê 16´ê GUlanê bê ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN