Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) di 19'ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava de bi şiyara "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dest bi pêngaveke nû kiribû. Çalakiyên destpêkê yên pêngavê wê li gelek welatan di 7'ê Îlonê de pêk werin. TJK-E'yê der barê meş û çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Pêngava me 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di heman demê de pêngaveke avakirina civakî ye. Çalakiyên destpêkê yên pêngava me wê di 7'ê Îlonê de li gelek welatên Ewropayê bi meşan dest pê bikin." Di daxuyaniyê de bang li jinan ên xwedî biryardariya azadiyê ne, femînîstan, antîkapîtalîstan, sosyalîstan û demokratan hate kirin, ku tevlî çalakiyên 7'ê Îlonê li Viyana, Koln, Frankfûrt, Londra, Basel, Paris, Marsilya, Rennes,S tockholm, Kopenhaag, Helsinki û Melbournê bibin û deng û hêza xwe bikin yek. Dem ew dem e ku jin hêza xwe nîşan bide."

 

NAVENDA NÛÇEYAN