MURAT MANG
Ji ber zilm û zordariya hêzêndagirker ên li Kurdistanê, gelek Kurd bi penaberî li dinyayê belav bûne û hinek ji wan heta bi Japonayayê çûne. Ew li deverên ku pena xwe digihîninê, hewl didin çand û zimanê xwe jî tevî civaka xwe bidin jiyan. Yên ku heta “bi wî serî dinayayê” çûne, yanî çûne Japonyayê, ji sala 2007´an ve dersên Kurmancî didin û nih dest bi amadekariyan dikin da ku dersên Soranî jî bidin. Na, ne tenê xwe fêr dikin, ew dersan bi kursan didin Japonan jî.
Axir van hewl danên wan kir ku li Zanîngeha Tokyoyê (Zanîngeha Lêkolinen Biyanî ya Tokyoyê) Kurmancî bibe yek ji zimanên biyanî ku xwendekar dikarin bi dilê xwe bineqînin. ev ders wê bi somestra nû ango 1´ê Nîsanê dest pê bikin.
Mamosteyê dersê jî Vakkas Çolak e, sekreterê Komeleya Çanda Kurdî ya Japonyayê jî. Vakkas Çolak dibêje, ev cara pêşî ye ku li zanîngehên Japonyayê fermî dersa Kurdî tê dayîn û Japon fêrî Kurdî dibin. Çolak ji karê xwe razî ye û bi kêfxweşî bersivê dide pirsên me yên li ser mijarê. Hûrgiliyên sohbeta me li jêr in, fermo bixwînin.
Xebata we ya li ser Kurdî li Tokyoyê kengî dest pê kir? Heta niha te çikarê li ser miajrê kiriye?
Ji sala 2007´an ve kar û barê min li ser zimanê Kurdî û Japonî dewam dike. Me li Komaleya Çanda Kurd a Japonyayê dest bi dersên Kurdî kir, ev sala 2013´an bû û ders ji bo Kurdên li Japonyayê bû. Û paşê li Komaleya Dostayetiya Japonya û Kurdistanê me ji bo Japonan kurs vekir, heta serê salê dewam kir. Ji bilî Kurdên me yên li Japonyayê, zedetirî 20 japonan jî beşdar bûn. Hinek ji wan xwendekarên zanînhegehê bûn û hinek jî wergêr, hinek rojnamevan û nivîskar û du kes jî akademîsyen bûn. Kursên me li komaleyê niha devam nakin, ji bo ku em gihiştine asta zanîngehê, ji bo wê ye, yên ku dixwazin, dikarin beşdarî dersên li zanîngehê bibin ku em ê li akademiyê bidin. Li komaleyê dersên zimanê Japonî dewam dikin, her hefte roja şemiyê ders hene.
Cenabê te elaqeya Japonan ji bo kursên zimanê Kurdî çawa dinirxîne?
Ez wekî mamoste tevlibûna Japonan weke karekî dîrokî dibînim ji ber ku yekem car e di dîroka Japonyayê de dersên Kurdî dê werin dayîn û Japon beşdar dibin. Heta niha nêrîna Japonan li ser Kurdan nêrina dagirkerên Kurdistanê bû. Tirk Faris û Ereb çawa li ser Kurdan difikirin, TV, rojname û aliyên siyasî wisa difikirin û ti derfet tinebû ku Japon rastîya Kurdan fêr bibin. Di akademiyê û raya giştî de bandora Tirk, Ereb û Farsan hebû. Japonan li gorî zanyariyên wan didan, hereket dikir. Ev çend sal in ku Kurdên Japonyayê û Komaleya Çanda Kurd a Japonyayê gelek xebat kirin û şerê Kurdan dijî DAIŞ´ê anîne rojeva medya, çapemeniyê û wekî din her kesî, Japonan jî xwest Kurdan ji Kurdan û bi Kurdî nas bikin. Ji bo vê yekê, gelek akademîsyen û karmendên medyayê dev ji medya, nûçe û nêrînên dagirkaran berda û li ser Kurdan bi xwe lêkolîn kirin û ji aliyê akademîk ve daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî xwe da der, hem di nava xwendekaran de û hem jî di nava gel de. Ev ji derfetek e ku em rastîya xwe, bi devê xwe, ji destê yekem ji Japonan re rave bikin, wan ferî ziman, çand û dîroka Kurdan bikin, êdî Japon ji dikarin medya û rastiya Kurdan bi rêya Kurdan û bi Kurdî fêr bibin.
Gelo li derveyî Tokyoyê, li bajarên din jî dersa Kurdî tê dayîn?
Li derveyî Tokyoyê, tenê li bajarê Saitama Kurd dijîn. Ti dersên Kurdî li bajaren din nînin. Projeya me ya sereke ew e ku em ji bo zarokên Kurd li dibistanan dersa zimanê Kurdî bidin. Ji 2013´an ve ev hewldan dewam dike. Zarokên ku diçin dibistanan, beşdar dibin. Yekem kursa me ye. Destpêkê tenê mezin beşdar dibûn. Niha beş ji bo zarokan û dayikan heye. Xebata vê jî, Komaleya Çanda Kurd a Japonyayê dimeşîne.
Helwêsta Kurdên Tokyoyê beranber van dersên Kurdî û bi giştî zimanê Kurdî çawa ye?
Helwêstên cuda hene. Ji bo gelê me, dersên cuda hene. Dersên ku li Zanîngeha Tokyoyê wê werin dayîn ji bo Japonan in. Kurdên Tokyoyê yan jî em bi giştî bibêjin Kurdên Japonyayê, li ser fermiyeta dersên Kurdî cuda ne. Dersên ku em li Komaleyê didin û dersen ku em li zanîngehê didin, ji hev cihê ne. Dersên ku em li komaleyê didin, ji bo gelê me ne. Yên ku em li zanîngehê didin, yek jê ji bo xelkê Japon bi giştî ye û yek jî ji bo xwendekarên zanîngehê ye. Li zanîngehê Akademiya Zimên heye, dersên ku em li wê derê didin bo xelkê ne. Dersên ku em li kampûsê didin jî ji bo xwendekaran in.
Vê pêvajoya fermîbûna dersên Kurdî li Zanîngeha Tokyoyê çawa dest pê kir û fermiyeta dersan çawa ye?
Vê pevajoyê bi daxwazê ji mêj ve dest pê kiriye. Lê heta niha derfet çênebû. Par wexta ku filma Radyo Kobanî li Tokyo hate peşandan, li sempozyûmê ku ez jî beşdarî bûm, Mamosteyê Zanîngehê, Prof Dr. Matsunaga Yasuyuki pisporê Rojhilata Navîn e, bi taybetî li ser Iranê pispor e, hat bi min re peyivî û got, ez dixwazim ji bo lêkolîneke xwe herim Rojhilat û Arîkarî ji min xwest. Min arîkarî pê re kir û wê demê min ferhenga Kurdî-Japonî amade kiribû. Min ew jî da mamoste. Û min got, heger fikra we jî pê re be, em li zanîngehê dersên Kurdî bidin. Wi jî got, ez ji rêveberiya zanîngehê bipirsim, em ê paşê biryarê bidin. Û pêvajoyê wisa dest pê kir. Jixwe, krîterên min yên akademîk ji bo mamostetiyê baş bûn. Û wan jî biryar da ku meha Nîsanê (1´ê Nîsanê dest pê dikin ders) di programê de dersên Kurdî hebin. Di warê fermî de li du cihên zanîngehê em dê dersan bidin. Yek jê li nava kampûsa zanêngehê ye ji bo xwendekaran, wekî dersa dikare bê bijartin û bi du krediyan ji bo xwendekaran tê hesibandin. Ya din jî wê li Akademiya Ziman a zanîngehê be. Em dê li wê derê jî dersan bidin xelkê Japon; ew ders jî fermî ye. Sinifa me ji bo 21 xwendekaran e, lê niha tijî buye û em nikarin bêhtir xwendekaran wergirin. Zanîngeh li ser poleke din xebatê dike. Dersên Akademiya Ziman hefteyê du saet in; roja duşemê. Û yên li kampûsa zanîngehê ji bo xwendekaran jî du saet in, ew jî roja seşêmê ne. Ji bo dersên zimên, mamoste ez. Zanîngeha ders lê tên dayîn jî Tokyo University of Foreign Studies (Zanîngeha Lêkolinen Biyanî ya Tokyoyê).
Di pêvajoya di bernameyê de bicihkirina Kurdî de çi zehmetî çêbûn, yan gelo her tişt rehet çêbû?
Biryar ji aliye serokatiya zanîngehê ve hate dayîn. Ti astengî çênebûn. Zanîngehê gelek piştgirî kir. Berê min bihîstibû ku zanîngeheke din jî xwestibû dersên Kurdî bide, lê ji ber ku mamoste tinebû û aliyekî din ji pirtûkên dersan bi Japonî tinebûn. Her wiha, di şerê li dijî DAIŞ´ê de Kurd bi ser ketin, û nav û dengê wan li dinyayê belav bû; vê jî bala Japonan û Japonyayê kişand ser xwe. Japonya û akademiya Japonya jî dizane Kurd li Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng in. Ji bo paşerojê, Kurdî jî lazim e. Berê jî daxwaza zanîngehê hebû ku kursa zimên vekin, lê ew derfet bo wan durist nebû heta ku peywendî li gel min çêbû.
Li derdorê, lli zanîngehê û di nava civaka Japonî bi giştî, helwêsteke çawa derket piştî li bernameyê zêdekirina dersên Kurdî?
Raya giştî bi rastî gelekî elaqedar bû. Û li rojnameya Tokyo wekî du rûpel me hevpeyvîn kir. Wan rexne li Tirkiyeyê kirin li ser qedexebûna zimanê Kurdî li Tirkiyeyê. Ev cara yekê ye ku Kurd bi şeweyekî cuda hatine nasandin, dûr ji pirsgirêkên siyasî. Di rojnameya Tokyo de behsa wêje û zimanê Kurdî jî hate kirin. Çimkî, di dîroka Japonyayê de cara yekê ye ku zimanê Kurdî dê bi fermi weke ders bê dayîn.
Cenabê te weke Vakkas Çolak wekî din li ser zimanê Kurdî çi xebatan dike? Projeyên li pêşiya te çi ne?
Min pêşî ferhenga Kurdî-Japonî amade kir; û karê min ê duyê, xebata min a li ser rêzimana Kurdî bi zimanê Japonî bû. Van rojan ew jî dê çap bibe. Em dê li zanîngehê bi kar bînin. Niha jî me rêbera axaftina rojane jî amade kiriye, bi texmîna min meha bê dê çap bibe. Bi zarawayê Soranî ji em amade dikin. Projeya me ya din, em dixwazin li ser wêjeya Kurdî pirtûkekî binivisînin û hinek roman û çirokên Kurdî wergerînin Japonî.
Komaleya Çanda Kurd
Vakkas Çolak, ev demeke dirêj e li Japonyayê dimîne. Ew û cend hevalên wî yên akademîsyen li Komaleya Çanda Kurd a Japonyayê kar dikin. Ew sekreterê giştî yê vê komeleyê ye. Xwendekarê doktorayê ji Rojhilata Kurdistanê, Sohrab Ahmadian, ji Kobanê Mahmûd Bêkes û ji Zanîngeha Nagasakiyê Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz û çend xwendekarên Japon û dostê Kurdan ê japon “Heval Namiki Namo” di xebatên vê komeleyê de arîkar in.