Ew hişmendiya xenîmetgirtina jinan qet û qet nehatiye guhertin. Bila em di sedsala 21. de bin. Li ser vê axê jî berxwedaniyê reh berdeya û koka xwe gelekî qahîm kiriye. Ji bo wê jî jinên kurd zêde bi peyvên wek şer, berxwedanî û qehremaniyê re xerîb nînin. Wek mînak gelek netew û eşîr li Kurdistanê hene ku bi destanên xwe yên qehremanî têne naskirinê. Êdî berxwedanî bûye parçeyek jiyana wan. Mînaka herî berbiçav mirov dikare di kurdên me yên Êzîdî, Elewî yan jî Yarisanî û kurdên me yên koçber li Xorasanê de bibîne.
Yek ji sedemên ku ol û kevneşopiyên xwe yên kevnar parastine, hêza berxwdaniyê di cewherê jinan de ye. Jinan li ber xwe daye û civak li ser piyan maye. Jixwe di gelek stran û lorîkên dayîkan de mirov lê rast tê ka çawa bêtirs gotinên dilê xwe ji dost û dijminan re gotine. Dema gelek şoreşên li Kurdistanê hatine serkûtkirin, êdî kesî nekariye behsa wan kêliyên şer bike. Lê ji bo mirov rastiya wî şerî bizane, divê mirov li dengbêjên jin ên wê demê guhdarî bike. Ji bo famkirina rastiya qehremantiya li çiyayê Şengalê, mirov li Edûlê guhdarî bike û ji bo famkirina destana Kela Dimdimê mirov baş guhê xwe bide Îran Xanimê. Piştî dagirkirina Şengala pîroz, gava destpêkê fetvayên ku jinên kurd ji wan re helal in dan.
Ji bo ku nav û şanê giran ê Edûlê qirêj bikin, gelek jin bixwe re birin ku mixabin hê jî çarenûsa gelekan ji wan nayê zanîn. Wer difikirîn ku êdî fermanek din li ser kurdên Êzîdî rakirine û wê vê carê koka wan biqele. Lê ew helbesta çend sal a berê niha ya Rêber APO, beriya ev hemû bûyer çêbibin, berê me vegerande ser Şengalê. Me jî hemiya xwest wek ku ew dibêj, li çiyayê Şengalê bibûna. Em çûn û me bi caran gotinên Edûlê ji devê Bavê Salih guhdarî kir. Bi baweriya min ti dîmen wek yên jinên Şengalê di nav hêzên parastina Şengalê de nikare rastiya nemir û asî a Edûlê û gotinên jiyana azad a ebedî watedar bike.
Di çavê wan de ronahî û şewqa Laleşa nûranî careke din mirovan bi pîrozbûna xwe dihesînin. Perwerde bûne, çek û rextên xwe girêdane, diçin şerê hebûna xwe li deşta Mûsilê bikin. Êdî amade ne ku heyfa 72 fermanan hilînin. Ew êdî nahêlin qewmê wan ê qedîm li ber bayê fermanek din, tama kuştin, talan û êşê bitemijînin. Êdî jinên Êzîdî piştî talan û kuştinan, wê tenê nelorînin, wê bi serbixin, azad bikin û strana wê serkeftinê di guhê hemû cihanê de biqêrin.