Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir el Bexdadî daxuyaniyek da û malavahiya QSD’ê kir ku di kuştina Bexdadî de bi roleke girîng rabûye.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir el Bexdadî di encama operasyoneke hevpar ya QSD û DYA’yê de li gundekî Îdlibê yê li ser sînorê Tirkiyeyê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê tê bibîrxistin û malavahiya QSD’ê tê kirin û tê gotin, di têkbirina DAIŞ’ê û kuştina serçeteyê wê Baxdadî de bi roleke mezin rabûye.
Ji bo civaka Êzîdî weke cejnê ye
Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê wiha ye;
“Di 3’ê Tebaxa 2014’ê de bi bîryara serçete Bexdadî, DAIŞ’ê êrîşên qirker li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêkanî. Di encama van êrîşên qirker de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û bi hezaran jî hatin revandin. Tevî ku 5 sal di ser vê êrîşê re derbas bûne jî lê hê çarenûsa bi hezaran mirovên me yên hatine revandin ne diyar e. Em kuştina serçeteyê DAIŞ’ê ji bo civaka Êzidî weke cejnekê dibînin.
Em spasiya hêzên QSD’ê dikin ku di kuştina serçete Bexdadî û têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûye. Ji sala 2014’an heta îro tola keç û xortên me ji DAIŞ’ê hilanî.
Herkes dizane ku di avabûn û pêşxistina rêxistina DAIŞ’ê de dewleta Tirk xwedî roleke mezin e. Dewleta Tirk timî piştgirî da DAIŞ’ê. Her wiha Ebûbekir el Bexdadî jî dîsa li devereke ku di kontrola Tirkiyeyê de ye hat kuştin. Ev yek jî îspata hevkariya Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ye. Em bang li civaka Êzidî hemûyî dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.”
ROJNEWS/ŞENGAL