Endamên Yekîneyên Parastina jin berxwedana her 10 têkoşerên jin ku di 19’ê Tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn nirxandin. Şervana YPJ’ê ya bi navê Gerila Tolhildan berxwedana 19’ê Tebaxê ya YPJ’ê li Cezza korîdora mirovahiyê  ji bo derbaskirina welatiyên Şengalê hatibû vekirin wiha nirxand :"Em weke YPJ’ê me hêza xwe ji berxwedana 10 şehîdên Cezza yê girt, yên ku bi hemû derfetên xwe berxwedan ji bo ku DAIŞ derbasî Cezza nebe û soza parastina Cezza dabûn heta dilopa dawî berxwedan ji bo me jiyaneke nû avakirin.”
Tolhildan axavtina xwe wiha domand: "Jina kurd sembola jina têkoşer e ku bindestî û koletiya dibin navê ol de qebûl nake.” Endama YPJ’ê Kurdistan Cûdî  jî di şerê Cezza yê de birîndar bûye. Piştî ku agahiya  şehadeta 10 hevalên xwe bihist, tevî ku birîna wê baş nebibû jî carekê din vegeriya eniya şer û ji bo tola hevalên xwe berxwedana Cezaa geş kir. Cûdî destnîşan kir ku di nava 13 rojan de YPJ’ê li Cezaa destana lehengiyê nîvisadin. Cudî got berxwedana Cezaa berxwedanek dîrokî ye û wiha pêde çû: "Piştî şahadeta10 hevalan me soz da ku em Cezaa ji çeteyan paqij bikin, piştî berxwedana 13 rojan me ev soza xwe bi cih anî, em serketina Cezaa diyarî her 10 hevalên  xwe dikin.”
Bi armanca şikandina korîdora mirovahiyê ya ku kurdên Êzdî tê de derbazî Rojava dibûn çeteyên DAIŞ’ê bi hêzek mezin û çekên giran êrîş dabûn despêkirin, lê tevî êrîşên 13 rojan jî li hemberî berxwedana YPG/YPJ’ê skestin. Di encamê de YPG’e 2 îlonê bi awayek fermî ragihand Cezaa ji çeteyan hatiye paqij kirin.

CEZZA