Mensûr Selûm derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sînorê Girê Spî axivî.

Mensûr Selûm got ku têkçûna çeteyan bûye cihê nerazîbûna dewleta Tirk a ku hembêza xwe ji terora çeteyan re vekiriye û wan li gel xwe xwedî dike. Selûm armanca ji êrîşên çeteyan û hêzên ku li pey wan disekinin destnîşan kir û got ku ew naxwazin bajarê Girê Spî di nava aramiyê de bimîne.

Selûm bersiveke tund da êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên sînor ê Girê Spî û got ku ew ê tu caran rê nedin ku hêzeke ji derve were û desthilatdariyê li wan bike.


 Di hilbijartinan de têk biçe

Selûm ku li ser hîmê baweriya bi biratiya gelan û yekbûyîna pêkhateyan xebatan birêve dibe, dibêje: “Em hemû pêkhateyên li vî bajarê dijîn em ê xwe bi xwe birêve bibin.”

Selûm di axaftina wiha radeya têkiliyên di navbera dewlet Tirk û çeteyên DAIŞ’ê şîrove kir: “Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî berxwedana gelê me têk çûn, niha Erdoxan jî di hilbijartinan de têk diçe. Ji ber vê dixwaze tolê hilîne û beleya xwe di sînorê me dide.”

Mensûr Selûm destnîşan kir ku ew tu caran şer naxwazin, aştî û wekhevî sembola wan e û bang li hêzên navnetewî kir ku destwerdanê bikin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bajarê wan bisekinînin.  


 ANHA/GIRÊ SPÎ