Bayik: Bi îhtimaleke mezin wê li dijî gelê Kurd, li dijî tifaqa demokratîk û HDP'ê ji bo hildana tolê hin êrişan bike. Jixwe, hîna jî êrişî Başûrê Kurdistanê dikin. Her wiha gefan li rojhilatê Firatê dixwin. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd zanibe ku AKP wê bixwaze tolê hilîne û di vê çarçoveyê de bikevin nava helwêsteke ku polîtîkayên bi vî rengî têk bibe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hilbijartinên cihî yên Stenbolê nirxandin û diyar kir ku desthilatdariyeke ku li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn û Antalyayê têk çûye, rewatî û hêza xwe ya rêveberiyê nemaye. Bayik got, desthilata AKP-MHP wê bixwaze tolê hilîne û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê jî weke mînaka vê tolhildanê nîşan da.

Bayik bi bîr xist ku bloka AKP-MHP'ê di hilbijartinên Stenbolê de bi ferqeke mezin têk çûye û got, "Bêguman di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî têk çûbûn. Rewşa niha ya Stenbolê dişibe ya hilbijartina di 7’ê Hezîranê de. Lê ji ber ku hêzên demokrasiyê nikaribûn polîtîkayeke rast bikin, wan nekarî vê têkçûna AKP’ê bikin encama siyasî. Desthilatdariya AKP’ê sûd ji vê wergirt. Piştî hilbijartina di 7’ê Hezîranê de bi dijminên gelê Kurd re tifaq hate kirin û bi polîtîkaya şer, encamên hilbijartinê berevajî kirin. Ev tişt ji ber şaşiya hêzên demokrasiyê pêk hat. Ji wê rojê û heta niha, tevî MHP û dijminên Kurdan tifaqek ava kirin û polîtîkayeke faşîst a otorîter meşandin. Bi vê hilbijartinê re derket holê ku gelên Tirkiyeyê piştgiriyê nadin polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê."

Li gorî Bayik MHP wê hewl bide tifaqa heyî li ser piyan bihêle û wiha dewam kir: "MHP di dîroka xwe ya siyasî de cara pêşîn evqas derfet bi dest xistine. Ji ber vê jî wê hewl bide tifaqa bi AKP’ê re bidomîne. AKP di vê tifaqê de têk çûye."

Rola HDP´ê pirr girîng e

Bayik li ser dewra HDP´ê jî peyivî û got, di encamên hilbijartinên cihî de rola alternatîfa HDP'ê, rola bûyîna HDP'ê weke tifaqa demokratîk a alternatîf pirr pirr girîng e: "Kurdan heger tenê bi têkoşîna xwe tevbigeriyan, bêguman wê têkoşîna demokrasiyê xurt bikirana, lê belê encamên niha wê derneketana holê. Ya ku encamên niha derxist holê, lihevkombûna hêzên demokratîk, şoreşger ên Tirkiyeyê bi hêzên demokratîk şoreşger ên gelê Kurd re ku di şexsê HDP'ê de berbiçav bû. Heger alternatîfeke mîna HDP'ê derneketibûya holê ku hêzên demokratîk ên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li hev kom bûne, encamên niha wê derneketibûna holê. Lewma proje, zîhniyet û tifaqa HDP'ê di encama niha de diyarker e. Bi vê hilbijartinê re bi rengekî vekirî îsbat bûye ku dema têkoşîna Kurdan û ya gelên Tirkiyeyê ya demokrasiyê bûn yek, li Tirkiyeyê wê karibin guhertinê bikin, encaman diyar bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku lawazbûna polîtîka û tifaqa AKP-MHP'ê serketineke HDP'ê ye: "Bêguman pêkhateya herî girîng a HDP'ê jî Kurd in, hêzên demokratîk ên Kurdan in. Heger mirov bêjin tenê serketina Kurdan e ev yek wê şaş be. Heger Kurdan bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re projeya HDP'ê dernexistibûna holê, li Tirkiyeyê bernameyeke siyasî ya alternatîf neafirandibûna, serketina îro pêk nedihat."

Kurd û hêzên demokrasiyê divê bi tedbîr bin

Bayik wekî din hişyar kir ku Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP'ê bi girr e, tolhildêr e: "Ji kesên ku mûxalefeta wê dikin, ji kesên ku li pêşiya desthilatdariya wî asteng in tolê hiltîne. Divê ev rastî were dîtin. Lewma bi îhtimaleke mezin wê li dijî gelê Kurd, li dijî tifaqa demokratîk û HDP'ê ji bo hildana tolê hin êrişan bike.

Jixwe, hîna jî êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha gefan li rojhilatê Firatê dixwe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi tedbîr bin, hîn bêhtir hay ji xwe hebin, nekevin nava nêzîkatiyeke şaş û bi xeflet, zanibin ku AKP wê bixwaze tolê hilîne û di vê çarçoveyê de bikevin nava helwêsteke ku polîtîkayên bi vî rengî têk bibe."

Der barê rewatiya desthilatdariya AKP'ê ya ji niha û pê ve jî Bayik wiha peyivî: "Heger li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn û Antalyayê îradeya gel rêxistineke cuda nîşan dide, berê xwe dide rêxistineke cuda ya siyasî, hingî rêveçûna ber bi desthilatdariyeke gengaz ve jî destnîşan dike. Ew bajar rêveçûn û paşeroja Tirkiyeyê diyar dikin. Lewma, yên li van bajaran têk biçin, gelo dikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin? Ne rewatî ne jî hêza xwe ya rêveberiyê dimîne."

Bayik encamîn derketine holê wiha nirxandin: "Ji bo birêveçûna dema nû divê hêzên siyasî demokratîk, aktor û tifaqên demokratîk bi rola xwe rabin. Hem bi polîtîkayên biafirînin, hem bi tifaqên xwe hem jî bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya demokrasiyê de dikarin serdemeke nû bidin destpêkirin. Ya rast serdemeke nû dest pê kiriye. Lê belê mayindebûna vê serdema nû bi helwêsta hêzên siyasî demokratîk ve girêdayî ye."

 

ANF / BEHDÎNAN