Peyva tole di nava gel de wek "hefgirtin" tê zanîn. Bi taybetî di nava gelên ku nebûne xwediyê dadeke neteweyî û li deverên ku dad, maf û anora mirovan di bin lingan de tê perçiqandin derdikeve pêş. Aliyê tolehildanê yê civakî û aliyê wê yê psîkolojîk heye. Ev hestê di xwezaya mirovan de heye; di nava kesan, civakan, heta di nava dewletan de jî heye. Mînak; ji ber ku dewleta tirk balafira şer ya Rûsyayê xist, ev mijar di nava herdu dewletan de xwe guhezand mijara tolehildanê.

Civakî: Ji bo ku mirov bikane di nava civaka xwe, civaka mirovahiyê de bi serbilindî û bi anor bijî, xwe bi civakê yan jî bi civaka cihanê bide pejirandin, tolehildan ne tenê ji bo ferd û civak, netewe û dewletan jî jiyanî ye. Civakeke piçûk jî ji bo lipêmayînê divê rêyeke tolehildan, lihevkirin, êş û nedadiya pêkhatî telafîkirinê bibîne ku bikane wê kêşeya nava civakê çareser bike.

Di nava civaka me de ji bo lipêgirtina aramîyê ananeyên gelek xirab hebûn. Dema kuştin yan jî bêdadiyekê çêdibû, ji bo rawestandina xwînê, telafîkirina neheqiyê, yan jî kewandina birînê, jinek, heta keçeke hê zarok bû, didan. Jê re xwînî dihate gotin. Êdî ew keç yan jî jin wekî kole, wekî sebebê her xirabiyan diket binê cendera êşkenceyê.

Psîkolojî: Her mirovê ku rastê neheqiyê tê, ji ber birîn û êşa pêkhatî anor û arîşêniya wê/î şikestî were kewandin, ji bo ku bikane di nava civakê de bijî, bikane wê êşa pêkhatî ji ser xwe bavêje, pêdiviya xwe bi tolegirtin yan jî telafîkirina wê êşê heye. 

Neteweyên bûnin xwediyê dewlet, yan jî bûnin xwediyê dadeke netewî, ev diyardeya “tolehildanê” radestê dada netewî kirine. Ji wê di van civakan de dada heyî hesbê nedadî û neheqiyan ji tewanbaran dipirse. Lema mijara xwînîbûnê, yan jî  domandina wê ji holê rabûye, civak jî di vî warî de rihet e.

Xwînxwariya dewleta tirk û tole

Her çendî tirkan di tevahiya dîroka xwe de ji navenda Asyayê bigire hetanî Anatolya û Balkanan  bi hovitiyeke cinawirî xwîn rijandine jî, tu car wek gel, wek netew nehatine darezandin û hesabên xwînxwariya wan ji wan nehatî pirsîn. Ji wê jî îro bi awayeke bêtirs, li ber çavên hemû cihanê bi wehşeteke nedî, bi cinawiriyeke harbûyî, bi xwînxwariyeke kalên xwe yên xwîna goriyan di tasa serê wan de vedixwar, êrişê bajarên me, êrişê mirovên me yên sivîl, êrişê anor û rûmeta me, êrişê hemû nirx û pîroziyên me dikin. Dilê dayîk û bav, kal û pîrên me xwîn digîrî, cihana zarokên me yên bê hay hatî ruxandin.

Di vê rewşê de ku cihan bêdeng e, tu kes el eman nabêje, tu hêz û dadeke navnetewî pêşî li wan nagire, wan dernaxe pêşberî dadgehan, tolehildaneke bi awayê ew fêmdikin divêtiyek bû, û wek mafekî mirovî rewa bû. Rastî ev bû; giyana civaka me, giyana mirovên me yê di nava agirê dojehe de disoje, li benda reşîşeke baranê, tolehildaneke birînkewandinê bû. Kî çi dibêje bila bibêje. Ev çalakiya TAK´ê ya li Enqerê ku ji ber bêdadî û bêdengiya cihanê wek mafekî xwezayî û rewa pêk hat, mîna reşîşeke baranê êşa dilan kewand, anor û hêviya şikestî piçek jî be, ji nû ve jînde kir. Dagirkerên xwînxwar ên hov li aliyekî di nava cihanê de rezîl û riswa bûn, li aliyekî jî êdî fêm kirin ku hovitiya wan a li dij kurdan dê tu car ji wan re kar nemîne, dê kurd bi awa awayî toleya xwe hilîne û hesabê hemû xwînxwariyan ji wan bipirse. Ev ji bo cehşan jî bû tirseke mirinî.

Divê cihan, mirovahî vê bizane; çawa anora her neteweyî heye, her netewe bêdadiyên li hemberê xwe di lêpirsînê re derbas dike, hesabê wê dipirse, ev mafê netewa kurd e jî. Divê serkarên dewleta tirk wek Naziyan di dadgehan de bi awayê tolegirtinê werin darezandin, daku ciwan û gelê me serî li çalakiyên wiha nedin.