Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), di çarçoveya çalakiyên “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” de, li navçeya Cindirêsê ya ser bi Kantona Efrînê, doh êvarê bi meşaleyan meşiyan. 

Ciwanan di meşê de xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyeyê jî şermezar kirin. Di çalakiyê de posterên Ocalan, alên YCR, Tevgera Jinan a Ciwan û TEV-DEM’ê hatin hildan.

Meş bi beşdariya bi sedan ciwanan pêk hat. Meşê li pêşiya Mala Gel a Cindirêsê dest pê kir. Ciwan li nava kolanên sereke yên navçeyê meşiyan û li kolana 20. li hev civiyan. Li ser navê YCR’ê Îbrahîm Reşo li vir axivî û şervanên azadiyê û şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn.

Reşo xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Rojava û Bakurê Sûriyeyê, divê têkoşîn bê xurtkirin. Reşo di dawiya axaftina xwe de soza xurtkirina berxwedanê da û destnîşan kir ku ew ê herêma xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê biparêzin.


 EFRÎN