Gelek caran mirov nizane çima lê, dema mirov dikeve nav bîranîna hevalekî nemir û bi bîr tîne herî despêkê rûyê wan î bi ken tê ber çavên mirov. Gelo ev ji taybetmendiyê hevalan bû, yan bêrî û hesreta wan, mirov bi ber demên wêneyê kêfxweşiyê ve dibe, yan di rastiya xwe de di dil û hişmendiya mirov de bi kedên xwe, hevaltiyek û wêneyek wisa hiştin. Nizanim lê, ger ku yê heval Tolhildan nas kiribin û nas dikin ez bawer im eynî tişt tê ber çavê wan jî.
Her mirov taybetmendiyê wan î li pêş hene û bi wan kesayetiya xwe pê dide nasîn û civaka di nav de dijîn bi wan taybetmendiyên xwe dertên pêş û nerînekê li ser xwe pê didin avakirin.
Hevalê Tolhildan jî, rê hevaltiya xwe ya bi cewher û hemû dil paqijiya xwe pirî caran di rûkeniya xwe yî bi şeng û şewq de, bi xwezahiya ciwantiya xwe tevlibûna jiyanê de vedişart. Jiyanek li ser asta hezkirina dilê xwe deyîn hevalê xwe û hezkirina hevalê xwe standin. Wekî hemû hevalbendiyê herî xweşik û bê berdêl. Çawa di tekiliyên û parvekirinên xwezayî de mirov germahiya dilê xwe bi hêsantir û bê berdêl dide hev û hevaltiyê xweşik li ser dide ava kirin. Gelek caran parvekirinek, henekek û nîşana rûyekî bi ken têr dike ku ji bo girêdaniyê bi nirx û cewher mirov deriyê dilê xwe ji hev re veke û li ser ruhê hevaltiyê bi hev bê girêdan. Ji bo vê pirî car mirov bi gotinan hewce nabîne. Tenê wê dem û kêliyê dijî, ji ber vê li dû hevalekî nemir, behsa wî û bîranînên wî kirin bi mirov zehmet tê.
Lê ka rojek were û mirov xwe deyndarê qala wan û hevalbendiya wan bike bibîne û mirov nikaribe hestên xwe bîne ziman û behsa wan ciwanên delal bike, ev bi xwe dibe xemgîniyek û dikeve nav dilê mirov.
Ger li dû vê xemgîniya min bigota hevalê Tolhildan, ez nikarin te bînim ziman û behsa te bikim min bibexşîne. Ez bawer im ew ê dîsa bi henekên xwe yî xwezayî bigota “na na zirara xwe nîn e te dikaribû behs bikira.” Ma gelo kî ji we bêtir heq dike. Çawa ji ber ew pakbûn û ciwantiya te hevalan ji te re digotin “Genco” Ma ka xwezî me karîba qala we/te bikira û hûn bi “Genco” yê welatê xwe re bida nasîn û ka binêre ew ê binasîna we çawa dilşad bibana. Lê mixabin, bîranîn û hevalbendiya we yê xweşik gelek caran tenê di dilê we yê nazkirî de hêzek û parvekirinek nivcomayî dihêle.
Dema em li cihekî ji hev dûr, min wêneyên te yê li ber alê dît, wekî ji ruh û jiyana mirov tiştekî nema ku şûna wê bê dagirtin, kêm bibe û xwe bi tenê hîs kirinek bê deng mayî de bibine. Ew wêneyê te yê li ber alê hatibû kişandin, wêneyek û xeberek tu heval naxwaze bibîn û bibihîze bû. Wekî çawa tê gotin, qidûm û bask li mirov dişikê. Mirov nizane çi bibêje û çi bike tenê mirov hîs dike ku êdî tiştekî şûna wê nayê dagirtin ji jiyana mirov qut dibe. Bi dilekî sarmayî bîranîn û parvekirine mirov di ber çavê mirov re derbas dibe. Hevî û xwestek a rojek dîsa hevdu dîtin di ber mirov de dimîne. Hişê mirov diçe ser rojên ku bi hev re hatine derbaskirin û wekî xewneke mirov naxwaze jê hişyar bibe, di nav bîranînan de digere. Lê keder û êşa dilê mirov de vekirî wekî birînek şûna wê neyê girtin û tim li ber çavê mirov û mirov pê re bijî. Windahiya şuna wê nayê tijîkirin tîne bîra mirov.
Çiqas em ji dewlemendiya te kut evli jayana me dikir, mehrum bimînin û hesreta ew hevaltiya te yî xweşik bikişînin jî lê, bîranîn û bêriyatekirin ew ê wekî rêhevalekî bi me re bijî. Êdî valahiya te di jiyana me de nivco hiştibû ew ê şuna wê bîranîn û bêriya te kirin tijî bikira.
Ji bo vê dibê ez ne qala te bikim, bawer bike bêriya te li şuna xwe hiştiye bêtir hewceyê xwe heye. Dibê em behsa bêriya te ji me re hiştiye bikin. Ma ka te digot; “em ji bo herin Botanê tevli nav refan bûn.” Te wekî her carê disa dilê xwe bi henekî anî bû ziman, lê girêdaniya nirxên mezinahiya Botan li ser hatibû avakirin. Çawa di xeyalê te de şîn bûbû û aj dabû, te bi gotinê henekî aşkera dikir.
SADETTÎN YAŞAR