Rewandiz yek ji bajarên kevin ên Kurdistanê ye îro ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ye. Berê paytexta mîrîtiya Soran bû. Xwedî keleporeke zengîn e. Gelî, topa Hosta Receb, Kelha Paşayê Kor, peykerê Mîr Mihemed Paşayê (Kor ê) Mîrîtiya Soran, bûne sembola navçeyê.
Rewandiz di serdema Mîr Mihemed ê bi Paşayê Kor tê naskirin. Hingê lê kargeha çek, cebilxane û xenceran hebû. Sala 1813’an dema ku Mîr Mihemed dibe mîrê Soran, şarezayekî hesinkariyê yê bi navê Hosta Receb dişîne Rûsya. Ji bo ku fêrî çêkirina çekan bibe. Hosta Receb fêrî çêkirina topan dibe ku herî dawî ev top di şeran de weke çekên sereke tên bikaranîn.
Piştî ku Hosta Receb sala 1813’an diçe Rûsya û piştre vedigerî, topa dûravêj çêdike. Ji ber vê Mîrîtiya Soran di nava rêza welatên bihêz ên xwedî çek de cih digire. Dibe xwedî zêdetirî 200 topên ji aliyê Hosta Receb ve hatibûn çêkirin.
Osmaniyan top avêtin rûbara Xerend
Piştî rûxîna mîrîtiya Soran, ji aliyê Osmaniyan ve topên Hosta Receb tên tinekirin û avêtin nava rûbara Xerend ê Rewandizê. Dîroknas li ser mijarê diyar dikin ku ji ber ku hêzên dijî Osmaniyan sûd ji topan nebînin avêtine nava rûbarê Xerend. Herwiha tê gotin ku Rûsan bi xwe top birîne da ku Îngilîz û hevpeymanên Osmaniyan îspat nekin ku Rûsya alîkariya mîrîtiya Soran kiriye.
Piştî ku di sala 1927’an de Seyid Tehayê Şemzînî weke yekem qaymeqam hate Rewandizê, hewil da ku topan kom bike, lê tenê 2 top dîtin. Niha yek li Rewandize û yek jî li Bexda li ber Wezareta Parastina Iraqê ye.
Xelk bi dengê topê difitirî
Piştî dîtina herdu topan, xelkê Rewandizê di meha Remezanê de ji bo berbangê û dema cejnan ew yeka li Rewandizê ma, bi kar dianî. Topa Hosta Receb heta salên 1980’yî jî di meha Remezanê de ji bo dema fitara dihate bikaranîn.
Salih Mihemed di salên 1960’î de li gel hinek kesên din di meha Remazanê de ev top bi kar anîye. Salih Mihemed dibêje, her êvara meha Remezanê her kes dihate li gel topa Hosta Receb, her yekê parçeyek qumaş û cilên kevin dianîn û li gel barûtê dixistin nava luleya topê. Dema roj diçû ava top dihate teqandin. Piştî teqandina topê rasterast melayê mizgeftê bang dida û xelk difitirî.
ROJNEWS/REWANDIZ