Xwedê çar zar ji dê û bavê min re hiştibûn. Ji wan sê kur Rizalî, Rostem, ez û xwîşkeka me Nenê ye. Ez biçûkê malê bûm, hezkirîyê gişan. Van salên dawî, Sebra ya jina apê min Ahmê carekê ji min re weha got: "Si salên biçûktîya min de, diya min Xezala Çolo, ez didam ser çoka xwe ji min re digot, 'Tosin e, gul, sosin e… Kulîlka mala min e…' û bi min şa dibû. 

Mêla kekê min, nivîskar, mamoste, rojnamevan Rizalîyê Reşîd, di salên biçûktîyê de ser min bû. Berî ez dest bi xwendina dibistanê bikim, wî ez fêrî xwendina Kurdî kirim û şiîrên Kurdî didane min da ku ez ezber bikim. Ez jî bi fêrbûna wan şiîran kêfxweş dibûm û carna min ew şiîr ji mezinan re jî digotin.

Apê min, Qanatê Kurdo, çênd sala carekê ji Lênîngradê dihate Ermenistanê, nav heval, hogir, bira û pismamên xwe. Dema di wan serdana çend rojan de, di mala me de dima. Jixwe hingê mal li zozanan bûn, diçûn zozanan jî. Min ji apê xwe yî Qanat re jî şiîrê Kurdî dixwendin û ev yek gelekî bi wî xweş dihat. Ew kengî ji Lênîngradê bihata, ji min re dîyarî dianîn. Car dibû, ez bi xwe re dibirim Yêrêvanê û ji min re kinc dikirîn. Û di navbera me de nêzîkbûnek çêbû ku heta dawîya jiyana wî domand. Ji sala 1959'an, heta kirasguhêrîna Qanatê Kurdo, sala 1985'an, herî kêm, ez salê carekê diçûme Lênîngradê, mêvaniya wî.

Mêla wî herdem ser min bû. Gava ew sala 1954'an hat mêvaniya me, çend caran ez bi xwe re hildidam û em diçûn gerê. Dema em derketibûn gerekê jî ji min pirsî: “Tu dixwezî, ez te bi xwe re bibim Lênîngradê?” Bêyî ser bersivê bifikrim, min bi carekê ve got: “Erê, gelek dixwezim”.

Êvara wê rojê, gava mêrên malê dor sifrê rûniştî bûn, wî ji bavê min re got: “Reşîd, Tosin kurekî jîr û aqil e. Xwendina vir jî hê ne baş e, heyfa wî, ez dixwezim bi xwe re bibim Lênîngradê, wê di mala min de bimîne û xwendineke baş bistîne.”

Bavê min demekê wisa bêdeng li Apê Qanat nihêrî, wer dihat xuyayê ku benda gotînên wisa nînbû. Paşê vegerîya ser Qanat: “Qanat, min ê jî bixwesta kurê min li Lênîngradê bi zimanê Ûrisî bixwenda. Tu zanî, ez xwendinê hez dikim, lê zar e, ziman nizane, paşê jî wê xerîbiya bike.” 

Apê Qanat ser ya xwe ma: “Reşît, seva ziman nefikire, nav zarê Ûrisa de wê ziman zû hîn bibe. Seva xerîbiyê jî, wê çendekî xerîbiyê bike. Paşê wê hînî malê, zarê cîranan bibe. Hin jî ew û Wezîr wê bi hev re bin. Ez dixwezim Wezîr jî ji wî hinekî fêrî Kurdî bike.” (Gilî di derheqa kurê wî de bû.) Bavê min êdî dengê xwe nekir. Diya min, wekî tev pîrika min e Xezal û Sebra jinapa min binpiya odê rûniştî bûn, bi carekê ve dest bi girî kir.

Qanat bi devê ken vegerîya ser diya min û got,  “Xezala Çolo, dema ez jî diçûm Lênîngradê tu digiriyayî, îcar çi bû, ez winda bûm. Hingê kesî me li wir tunebû, me qet nizanibû wê çi bê serê me. Lê niha kurê te, tê mala apê xwe, tu çi fikara dikî.” Diya min di ber xwe de got, “Qanat, Tosin biçûkê malê ye, berbîna me ye.” 

Bavê min, dawî van gotinan anî: “Bû, Qanat, tê kingê ji Yêrêvanê rê kevî?” 

"Ez ê sê roja şûnda herim Yêrêvanê, sê roja li wir bim, du roja jî ez ê herim Çatqiran dayika xwe bibînim, deh ê mehê ez ê nîvro sihet 2 bi rê kevim.” 

“Tê li Yêrêvanê mêvanê Nûrê qîzxal bî, ne?” 

“Erê, lê çawan, xwe ez qonaxa xwe naguhêzim.” 

Qanat bi beşer got, “Bû, deh ê mehê Rizalîyê Tosin bîne mala Nûrê”.

Dest bi tivdarekê min kirin; ji min re kincê nû kirîn, kaxazên min ji dibistanê hildan, roja rêketinê zembîleke ji qisîla, ku Besa bûk çê kiribû, tijî tiriyê ji rezê me kirin, zembîleke mezin jî tijî fêkî... Apê min, Ahmê, kavirek serjê kir, kirin zexme û bi penêrê nav toraqê û pincara malê ve sevê rê, bi min re danîn.

Roja bi rêketinê, gava min serê xwe ber xudanê malê danî û ji mal derketin, jin û keçên malê; Xezala pîrika min, diya min, Sebra jinapa min, Besa bûk û Nena xwîşka min, zarê-zara wan bû, giriyan, paşê jinên mehela me ku jê re "mihela Bekiriya" digotin, giş li hewşa me berhev bûn, gişa ez paç dikirim û digiriyan. 

Berî çûyînê divê min serê xwe ber ocaxa Şêx Zaharê jî daniya, paşê ji gund derketama. Ji mala me, heta binya gund, hema bêjî gundî gişk derketibûn, wekî min bi rêkin. Jinên gund giş digiriyan, ez paç dikirim û digotin, “De here lawo, bira xweykirîyê Şems bî.” Ez bi çûyîna xwe gelek şa bûm, lê giriyê jinan dilê min jî xirab kir, lê ji min re li hev hat xwe bigirim.

Heta wan salan, xêynî ji kesên dibirin eskerîyê, kes ji gundê me neçûbû Rûsiya û seva min jî wisa digiriyan, çawa seva kesên diçûn eskeriyê.  

Trên piştî sê rojan, berbangê zû gihîşte Moskowê, em jî diviyabû êvara wê rojê bi trênê ji Moskowê biçûna Lênîngradê.

Me di rê de xurekên dabûn min, dixwarin, lê gava em gihîştine Xarkovê, Apê Qanat got, “Em herine xwarineke avî bixwin.” 

Em çûne rêstorana Vakzalê û me borşa Ûkrayînî û mesiya qelandî xwarin.         

Em li Moskowê çûne mala hevalekî Apê Qanat. Tirî û fêkiyên bi min re dagirtibûn, me nîvî dan wê malê. Keçeke wan e hevçaxa min hebû, hema wisa li dor min diçû dihat, xile bila wê bû, lê ez ji devê wê tiştekî tê nedigihîştim. Paşê bavê wê tiştekî  ji wê re got. Keçê bi metalmayî li min nihêrî û çû qelemên reng anîn û dirêjî min kir. Min nizanibû ew keç çi dixweze û min li apê xwe nihêrî. Ape min got, “Hilde, hilde, tu mêvanî û çawa dîyarî dide te.” 

Apê min bi beşer ji min re got. Ew beşer ji min re bû helan û min qava qelema hilda. Ez di hundirê xwe de gelek şa bûm, min cara yekemîn ewqas qelemê reng bi hev re didîtin.

Trêna me berbangê zû gihîşte Lênîngradê. Apê Qanat taksi girt û em çûne mala wî ku li taxa ‘Petrogradskaya storona’, kolana ‘Pionerskaya’, jimara 22'an bû.

Apartmana neferê Apê Qanat lê dima, li qatê çaremîn bû. Lê apartman giş ya wî nînbû. Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn, bajarê Lênîngradê gelek xirab bibû û heta dawîya salên 50'emîn sedsaliya bihurî, kêmasiya xaniyan hebû. Ji ber vê jî çend malbat di apartmanekê de bi cîh kiribûn. Malbata Apê Qanat jî di apartmaneke wisan de dima. Li apartmanê tenê jûrek ya wan bû. Destav, serşok, aspêlxane yên tevayî bûn. Di jûra Apê Qanat de ew bû, jina wî Nadêjda Vasîlêvana, kurê wî Wezîr, ku ji min biçûktir bû û xwesîya wî a ku navê wê nayê bîra min. 

Gardiroba xwe hinek bi pêş de kişandin û cîhê min, pişt gardirobê, ser qutîke mezin û dirêj dadanîn.

Niha, gava ew her tişt dikevin bîra min, ez şaş û metel dimînim. Apê Qanat wan salan him mamostê zanînîngeha Lênîngradê bû, him jî li Enstîtûya Êtnografîyayê kar dikir. Xanima wî, Nadejda Vasîlêvna Nêstêrova, li akadêmiya eskeriyê mamosteya zimanê Almanî bû. Lê ji bo ew karên xwe ye zanyarî bikin, tenê maseke kêmber ber baca daniyî bû.

Cîhê wan her çiqas teng bû jî, dîsan jî apê min ez birim mala xwe û dixwest ez li wir bijîm û bixwînim. 

Di nava çend rojan de pirsgirêka dibistana min çareser kirin, ji min re çentek û pirtûkên dersan kirîn. 

Dibistan bi dilê min bû. Ji bo dersên xwe amade bikim, jinapa min alî min dikir, wê hinekî Kurdî zanibû.

Wisa du meh derbas bûn. Çawan dibêjin, min seva zimanê Rûsî, êdî cila xwe ji avê derdixist. Li dibistanê jî min êdî karibû bersiva mamosta bidim. 

Lê meha payîza dawî, Novêmbêrê (Mijdar), gava sermê û şiliyê dan ser hev, ez nexweş ketim. Germa min gelek bilind bû. Piştî çend roja jinapa min ez birim nexweşxanê û ez heftêkê li wir mam. 

Di wê navberê de apê min diçe ba doxtoran, rewşa min pirs dike. Doxtor dibêjin, wekî ez fêrî hewa Lênîngradê nebûme, ji min re wê gelek dijwar be, dibe ku pişikê min teva xwe neynin. Piştî vê malûmetîyê, namê ji bavê min re dinvîsin, wekî bên, min bibin. Haya min ji tiştekî tune, ez hê jî diçim dibistanê. 

Rojekê jî ez hê di xewê de bûm, min deng bihîstin. Min çavên xwe vekir, wa kekê min, Rizalî ber cîhê min rawestiyaye. Min bi carekê ve ji nav nivîna baz da û xwe avête pêsîra wî. 

Wê rojê ser taştê her tişt ji min re gotin. Apê Qanat wisa jî ji min re got, wekî êdî neçim dibistanê. Wî dixwest min û kekê min li Lênîngradê bigerîne. 

Em bi roj çûn mûzêxanan, me peykerên Lênîngradê yê bi nav û deng didîtin, bi êvaran jî Apê Qanat em birin şanoyê, opêrayê, balêtê. 

Peykarê Pyotrê Mezin ser hespê, wek logoya Lênîngradê bû. Kesên bajar baş nizanibûn, herdem biryar didan li wir rastî hev bên û hema bêjî kesên li Lenîngradê dibûn mêvan, wêneyê xwe ber wî peykarî digirtin. Min û kekê xwe jî, roja 24'ê Novêmberê, ber peykarê Pyotrê Mezin, ev wêneyê xwe kişand.