Li ser 21’ê û 28’ê Adarê ku wek Hefteya Qehremaniyê hatiye binavkirin, û dawiya wê rastî 28’ê Adarê tê ku Fermandarê ARGK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) jiyana xwe ji dest daye, Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Zaxo Zagros nirxandinên girîng kirin. Zagros got, "Bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê ez hemû qehremanên ji bo azadiyê şehîd bûyî bi bîr tînim û soza xurtkirina têkoşînê dubare dikim. Bi rastî jî çawa ku tevgera azadiyê hemû rojên gelê Kurd kir rojên têkoşînê, qehremantî jî ne bi hefteyekê ve girêdayî ye, hemû roj û sal ji bo Kurdan bûn roj û salên qehremaniyê. Ji ber ku her roj destanên qehremaniyê yên nû tên nivîsandin. Her wiha keç û xortên Kurd bi cesareteke mezin destanên qehremaniyê dinivîsin. Ev dibe hêviya bindestan û dibe tirsa dijminan."


‘PKK bi çanda qahremaniyê hatiye afirandin’

Zagros bi bîr xist ku berê jî di civaka Kurd de lehengtî hebû, lê bi tevgera azadiyê re ev bûye taybetmendiya civakê ya bingehîn û got, ev jî bê guman xwe dispêre çanda PKK'ê li vê axê çandiye.

Zaxo Zagros  diyar kir ku PKK ji destpêkê û heta niha xwe li ser çanda berxwedanî û qehremaniyê mezin dike û wiha pê de çû: "Ji şehîdê destpêkê û heta şehîdê dawiyê mirov dikare vê rastiyê bibîne. Eger îro PKK tevgereke nayê binxistin be û bûye hêvî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, ev yek bi rastiya kesayeta qehremanên wê avê kirî ve girêdayî ye. Di rastiya hevrê Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Zekiye Alkan, Ronahî, Berîvan, û Egîdan de ev yek eşkere derketiye holê. Her wiha PKK rastiyeke nû li Kurdistanê afirandiye, ew jî serketina xeta berxwedan û qehremaniyê ye li dijî teslîmiyetê."

Zagros bi bîr xist ku lehengên PKK’ê yên pêşeng çanda berxwedana jiyanê afirandin û wiha domand: "Bi gotina Mazlûm Dogan, 'Berxwedan jiyan e'. Ferhat Kûrtay, 'divê ev agir venemire',  Xeyrî Dûrmûş, 'li ser tirba min binivîsin ku ez deyndarê welatê xwe çûm', ya Sakîne Cansiz 'jiyana min her şer bû'. Kurdê ku ji vê çandê sûd wergirtiye serî dide lê sir nade. Ji bo nirxên civaka xwe hemû rengê fedakarî û lehengiyê nîşan dide. Eger îro civaka Kurd nayê dîl girtin teqez jêdera xwe ji vê rastiyê digire. Eger îro herkes ji gelê Kurd re li çepikan dixe û civaka Kurd dibe xwedî nirx û rûmetê, bê guman ji vê rastiyê ne qut e." 


‘Ji bo jinê zayîneke nû ye’

Zagros bal kişand ser hefteya qehremaniyê û nirxên ku derxistiye holê û got : "Hefteya qehremaniyê ji bo jinên Kurd jî jidayikbûneke nû ye. Jinên Kurd di kesayeta Sema Yuce, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan, Bêrîvan û Ronahî de xwe ji xweliya xwe afirandin û bûn çirûskên ronahiyê yên dîroka me. Wan bi agirê canê xwe dil û mejiyê me ji koletî û bindestiyê paqijkirin û deriyê jiyaneke nû li pêşiya me vekir. Wan canê xwe kir pir da ku em ji çanda destdirêjkirinê derbasî çanda hevjiyana azad û wekhev bibin. Eger îro qehremaniya jinên Kurd tevahî cîhanê dihejîne û pergala desthilatiya mêr têk dibe, bingeha xwe ji ruhê van jinan digire. Jinên ku bejna xwe bi agir pêçane, nifşekî ji agir afirandine. Ew nifş îro dibe Arîn, dibe Rêvan, dibe Sêvê û dibe mizginiya jiyana nû ji bo hemû jinên cîhanê."  


‘Apogeriyê çanda lehengiyê afirand’

Zagros di derketina çanda qehremantiyê de bandora felsefeya Apogerî destnîşan kir û wiha pê de çû: "Mirov dikare bibêje ku çanda Apogeriyê hişt ku gelê Kurd bibe yê xwe, hebûna ku di civaka Kurd de hate afirandin hişt ku artêşa qehremanan bê avakirin. Mirov vê rastiyê bi awayekî eşkere dikare di berxwedana Rojava, Cizîr û Sûrê de bibîne. Ev tovên qehremaniyê ku bi berxwedana zîndana Amedê di vê axê de hatin çandin, îro li qadên berxwedanê bûne zevî. 

 Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros destnîşan kir ku sekna bi rûmet a Mehmet Tûnç, Sevê, Pakîze û Fatma nîşana vê yekê ye û gotinên xwe bi vî rengî bi dawî kirin: “Çawa berxwedana hevalên Zindana Amedê, faşîzma 12’ê Îlonê bi bin xist û mohra xwe li sedsala 20´an da, berxwedana Mehmet Tûnç û hevrêyên wî jî wê faşîzma AKP-DAIŞ têk bibe û mohra xwe li sedsala 21’an bide. Berxwedêrên Cizîra Botanê pelekî zêrîn li dîroka xwe zêde kir. Van hevalan carekê din ji dost û dijminan re diyar kir ku ti rengên mirinê nema Kurdan ditirsîne.

PKK bi ruhê qehremaniyê ya Mazlûm, Kemal, Sara, Egîd, Sema û Bêrîvanan destpê kir, wê bi ruhê qehremaniya Mehmet Tûnç, Pakîze, Zinar, Sêvê û Fatma jî bi ser keve. Careke din ez bejna xwe li ber tevahiya şehîdên azadiyê ditewînim û soza serketinê nû dikim."


DEVRÎM AMED / ANF/BEHDÎNAN